26 januari 2020

Siyaset sinetekî zor e



Dijminên me çiqasî bi hev dikevin,
dinya çiqasî li hev dikeve,
lê ji me kurdan ra dîsa jî tiştek bi ser nakeve.
Sebebê vê jî bêguman ne gel e,
ne em in,
siyasetmedar in,
ew ne jîr in,
ew bi tivdîra xwe nizanin,


ya jî tenê ji bo li berjewendiyên xwe li ser kar in.

Xiyas Hisên Rast e.
Rêya xwar ji gayê pîr de ye.

Bedran Acar Gelî Hevalan, vanên ku hûn van tiştan li dikin gişê we Sîyaset van ên doh ne, gelo hûn dixwazin yê anha Sîyasetê dikin jî, devjê berdin?.

Zinarê Xamo Bi ya te tu kêmasî û qusureke partîyên mezin, siyasetmedar û serokên xwedî hukim û desthilat tuneye? Li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê her tişt tekûz û mikemel e?
Ya jî dibê meriv qet kêmasî û şaşiyên siyasetmedaran, partiyan nebêje, rexne neke, gava meriv bibêje ewê dev ji siyasetê berdin.

Bedran Acar Zinarê Xamo Biyamin bi baran, kêmasî û şaşî yê rêxistinên kurda û kesayetê kurdan yên Sîyasî henin, lê gelo Sîyaset van ên doh ku bi hezarane çûnin li malê xwe rûniştinin û ji çendakî carekê nivîsekê lê dike, şîret û gazina dikin di vê mijarê de tu kêmanîyê n, wan tunenin gelo Kek Zinar.
Bi slavên Biratîyê.

Zinarê Xamo Bedran Acar, birayê ezîz, min şîret li kesî nekiriye, min fikrê xwe gotiye. Ma heqê min tuneye fikrê xwe bibêjim, gava bibêjim qey dibe şîret?
Ma di nivîsa xwe da min kesên ”li mala xwe rûniştine” parastiye?
Lê tu dibêjî kesê ne berpirsiyarê partiyeke siyasî be dibê devê xwe bigire, ”şîretan” li partiyan neke. Ne rast e meriv xebata xwe ya siyasî ji bo devê hevalê xwe bigre bi kar bîne.

Bedran Acar Zinarê Xamo Biyamin heqê her hevalî heye ku fikrê xwe bibêje û rexnejî bike. Lê Kekê Zinar bi hezaran kesên ku berê Sîyaseta bi rêxistinî dikir in, îro tenha rexne dikin bi yamin ev helwest jibo kurda lukse, ya ez dibêm eve.
Bi slavên Biratîyê.

Zinarê Xamo Bedran Acar, baş e bira, min fêm kir...

XXX
Hin însan pir pûlperest in, koleyê pera ne. Hin însan koleyên meqam, nav û deng in. Hin însan koleyê seksê ne. Hin însan koleyên kêfê, zewqê, xumarê, debdebeyê, filan û bîvan in. Yanî koleyên babetbabetî hene.
Lê hin însan jî hene xurî, xalis muxlis, ji makzayî da mupteleyê koletiya neyar in.

XXX
-Însan du ruh in. Di hundurê wî da kûçikekî baş û kûçikekî xerab pevdiçinin. Tu kîjanî zêde xwedî bikî ewê bi ser keve.
Gotina çermsoran

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE