02 januari 2020

Serê her tiştî meraq e


Bi baweriya Platon ji bo fîlozofekî tiştê herî muhîm meraq e. ”Tiştê fîlozofek herî bêtir muptelay wê ye meraq e. Çimkî bêyî wê destpêkeke felsefê ya din tuneye.”

Bi rastî jî wisa ye, serê her tiştî merqa e, bêyî meraqê meriv nikane tu pêşketinê bi dest xe, tu îcad û keşfê bike, tu xweliyê li serê xwe ke. 

Meraq tunebe meriv tu derê nabîne, tu tiştî fêr nabe. Sebebê meriv digere, dunyayê, derên nuh dibîne, fêr dibe, diceribîne meraq e. 


Meraq jî wek xeyalê ye, tu carî dawiya wê nayê, meriv meraqeke xwe bi cî tîne, yek din dest pê dike.

Meriv meraqdar be gelek tiştan dibîn û fêr dibe. Ji bo îsal hin meraqên min hene, ji wan meraqan yek jî herim çend welatên min nedîtine bibînim.

Bi mirovên rojhilatî ra meraq tuneye, meraq sifir e. 

Lê însanên rojavayî xwedî meraq in. Lema jî çûn hîvê, çûn sitêrkan, dinya kirin nava lîstokek biçûk û dan destê însên. Keşf û îcadên aqilê meriv nagire kirin.

Meraqdariya însanên rojavayî kirin xwedî û hakimên dinyayê û asîmanan û miletên rojhilatî, misilman û afrîkî jî kirin bindestên wan.

XXX
Îro hîn roja duduyê sala nû ye û destpêka 70 saliya min e, lê min him ji reqema 70 û him jî 2020a hez kir.

Herdu jî girover in, him şiklê wan û him jî nivîsîna “70” û “2020” bi min pir xweş û estetîk tê.

Kêfa min ji reqema 69 ra nedihat, ez jê xelas bûm. Gotin û nivîsîna 2019a jî qet nexweş bû, zor bû, lê du caran bîst yanî 2020 xweştir e.

Heger 2020 û 70 bi xweşikiyên xwe yên dîmenî, dîtbarî ra tiştên baş û bi sûd jî bidin min û kurdan ewê baş be. Di hêviyê da zirar tuneye, hêvî ji bêhêvîtiyê baştir e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE