30 januari 2020

Şerê cîhanê



Du xwendevanên heval li ser dersa tarîxê sohbet dikirin. Yekî got:
-Hêvî dikim di demeke nêz da Şerê Cîhanê yê Sisiya dernekeve; derkeve ewê ji bo me pir ne baş be. Hevalê wî pirsî:

-Ji bo çi ewê ne baş be?
-Çimkî ewê kitêba tarîxê qalintir bibe…


XXX
Cahil mahil
Rojekê hevalên şêx Elî Riza Septîoglu jê dipirsin, dibêjin:
-Şêx, ev hemşerîyên te yên xarpêtî ji bo çi dibêjin erebe merebe, nan man, tişt mist, heywan meywan?
Şêx dibêje:
-Hûn guh nedin wan cahil mahilan, yên wer dibêjin zarok marok in…

XXX
Meraq
Koşkar sola xortê gundî pîne dikir. Xort navê hoste meraq kir, got:
-Apo navê te bi xêr?
Koşkar got:
-Navê min Hirbo ye kurê min.
Bîstek derbas bû, xort îcar jî navê bavê hoste pirsî, got:
-Apê Xirpo, le nave bavê te çi ye?
Hoste got:
-Apo bi dora serî, te navê apo çi ediland, îcar dora navê bavê apo ye !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE