01 januari 2020

Sala nû xweş dest pê kir





Hingedinga sere salê û şahiya 70 saliya min ya do êvarî bixwaze, nexwaze ez hinekî westandim. Bi saya serê hevalan me do êvarî têra xwe kêf kir.

Qey do bi şev min şerab hinekî zêde vexwar û em destê sibê hatin mal, lema jî ez îro hinekî westiyayî me.

Lê li gel vê jî min meşa xwe ya rojane betal nekir, dîsa jî ez 6 km. meşiyam.


Xanim bi min ra nehat, wê ji zarokên xwe ra xwarin hazir.

Ji do da ye zarok li me kom bûne, diya wan bi wan ra direqise. Lawikê me yê mezin Azad her sal şeva serê salê tê, du rojan li ba me dimîne û dihere. Ew û Rojen nuh rabûn çûn. Ewê sibe vegerin.


Pasta 70 saliya min

Je ber ku ez meşxûl bûm min îro tiştek jî nenivîsî. Tiştê ez dibînim Îraq û Îran dikele, heger zêde bela xwe di Amerîkayê bidin Amerîka ewê lêxe. 

Trump ne Obama ye, ez bawer dikim meleyên Îranî û erebên Îraqê jî ev yek fêm kirine, lema jî ji ber sefarata Amerîka ya Bexdayê vekişiyan.

Lê mesele hîn neqediya ye, di rojên pêş da hin bûyerên ne di hesêb da kanin çê bibin. 

XXX

20 sal berê bi minasebeta 50 saliya xwe min ev nivîs di notên xwe yên rojane da nivîsîye, lê belav nekiriye. Bîst(20)sal di ser ra derbas bûn, nuha 70 salî me. Min nexwest van çend rêzan bavêjim, min bira ew jî di bin vê nivîsê da bimîne.

1/1-2000

*Li gor tarîxa cuzdana min îro ez ketim pêncî saliya xwe. Her çuqas ez dizanim ev tarîx ne rast e jî lê ji mecbûrî dîsa jî ez wê wek rastiyekê, (wek ku bibêjin cilo ketiye milo)qebûl dikim. Welhasil.
Ez li ber datayê rûniþtim ji bo ku qala van çelûnehsalên min li pey xwe hîştine bikim.
Lê dûre ez fikirîm ku, min ji xwe ra got, gelo ev jiyana ezê qal bikim hêjayî qalkirinê ye?
Yanî min çi kiriye ku ezê rabim pesnê xwe bidim û pê xwe tatmîn bikim?
Cara pêşî deh sal berê, di çel(40) saliya xwe da min tiştek nivîsî bû.
Deh sal berê min çi nivîsî bû, min çi his kiribû?
Nuha nayê bîra min û min nexwest bixwînim jî.
Lê tiştê ez nuha dibînim li gor deh sal berê ez bêtir westyayî me, bêtir ketime qalikê xwe.
Hesreta welêt wek agirekî no ketiya bedena min û her roj min dişewitîne.
Li alî din Swêd û jiyana li vir jî li ber çavên min pirr reş bûye, ez xwe di hefsê da his dikim. Ez ketime feqekê dikim nakim nikanim jê rizgar bibim. Nikanim vegerim, li vir jî ne rehet im…

*Min ji xanimê ra got, heger hûn dixwazin sersala xwe bi qîza xwe ra derbas bikin ez rê li ber we nagrim, lê ez bi xwe naxwazim ruyê wê bibînim; ezê ji mal herim, hûn ji xwe ra bi hev ra pîroz bikin.
Me wisa li hev kir.
Ez çûm mala Mehdiyê birê Mûrad Ciwan. Nafî û Mûrad jî li wir bûn. Ez hetanî saet yekûnîvê şevê li wir bûm, dûre hatim mal.

*Kurdan di sedsala bîstan da jî tiştek bi dest nexistin. Dîsa ji hemû mafên xwe yên netewî û însanî bêpar sedsalekê li pey xwe dihêlin û ji sedsaleke nuh ra dibêjin merheba!
Lê min bi xwe ji sala duhezarî feydeyek dît; ez jî cara pêşî bûm xwedî telefona bêrîkê. Helbet ne yeka nuh, bi xêra lawkê me yê mezin Azad! Wî ji xwe ra yeka nuh kiriye, kevna xwe da min.
Wer xuya ye kalbûn ji her aliyên xwe ve ne negatîv e, hin aliyên wê yê ba jî hene. Mesela ez kirim xwedî telefon.

2000-01-01

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE