18 januari 2020

Roman û tarîx


Min romana Osman Ozçelîk ”Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê” îro qedand. 

Romaneke xweş e, hin şaşiyên redakteyê hene, lê zimanê wê xweş e, meriv bi meraq dixwîne. Bi taybetî destpêk pir bi heyacan e.

Lê dawiya wê bi qasî destpêkê ne herikbar bû, bi qasî destpêkê heyecan û meraq bi meriv ra çênedikir. Li gel vê jî romaneke serketî û li ser kurdan û mişt agahiyên tarîxî me... 


Mijara romanê hin bûyerên tarîxî ne, qala şerên Xaçparêzan û çêbûna împaratoriya Selehedînê Eyûbî û hin bûyerên di tarîxê da bi rastî qewimî ne dike. Navê hin qehremanan, coxrafya, cî, mekan û bajaran rast in. 

Lê rastbûna navên qehremanan têrê nake, kronolojiya bûyeran, tarîxa bûyer qewimîn, tarîxa şerên tê qalkirin, tarîxa mirina qahramanan jî şert e. 

Di romanê da tarîxa şeran, girtina bajaran, ya mirina tu qehremanî tuneye; ji ber ku tarîx nehatiye dayin bûyer pir abstrakt dimînin, di serê meriv da bi cî nabin. 

Halbû tarîxa mirina qehremanên romanê û bûyerên di romanê  dahatine qilkirn diyar in, xwezî ew jî hatibûna dayin. 

Bi baweriya min tarîxa bûyeran, şer, girtina bajaran, mirina qehremanan hatibûya dayin xwendevan ewê baştir bikanîbûya kronolojiya bûyeran taqîb bikira.

Osman pîroz dikim, jê ra serketinê dixwazim. Hêviya  dikim gelek berhemên wiha xweşik diyarî me bike.

Di rûpela 204a da ji dêlî bibêje Xwedê yeka wî bike hezar, gotiye ”Xweda teala yeka wî neke dido.”
Cumle wiha ye:

"Gelî ehlê îmanê, bawermendên hêja, Xweda jê razî be Hecî Nezîr deriyê mala xwe ji me ra vekir, me diezimîne. Xweda teala yeka wî neke dido, xêr û bereketê di serê wî da bibarîne."

Di romanê da Xwedê jî wek ”Xweda” hatiye bikaranî. Halbû em dibêjin Xwedê. 

Çend tiştên din jî hene lê ez qala wan nakim, bi xêr di çapa duduyan da dibê careke din redekte bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE