30 januari 2020

Navê gur derketiye rûvî dinya xera kiriye



Gotinek heye, dibêjin navê gur derketiye, rûvî dinya xera kiriye.

Navê meleyên Îranê derketiye, lê esas Erdogan dinya xera kiriye, tiliya wî di hemû şer û teşxeleyên herê da heye. Yê hêzên îsalamî, Daîşê sewq û îdare dike Tirkiye ye.

Îro li dinyayê tu serokek bi qasî Erdogan ji herêma xwe ra, ji Ewrûpayê ra û ji dinyayê ra ne tahlûkeye.

Û her kes jî bi viya zane. Lê dîsa jî kes newêre ji Erdogan ra bibêje gula te tahl e, kes newêre navê wî bigre devê xwe.


Bi kurtî mêrik ji şûrê xwe tûjtir e, ji kesî natirse, her xerabiyê dike û kes jî newêre jê ra bibêje hilêbilê.

XXX
Alîkariya hin belediyeyên HDPê şandine ji mexdûrên zelzeleya(bûmelerza)Xarpêtê ra hukûmetê qebûl nekiriye, pûlisan qamyonên belediya Erxeniyê bera nav bajêr nedane, qamyon paş da vegerandine.

Redkirina alîkariya belediyeyên HADPê karekî him ne însanî, zorbatî ye û him jî şêleke pir neyarane ye.

Bi vê kirina xwe hukûmeta AKPê ji kurdan ra dibêje hûn dijminên me ne, em alîkariya dijminên xwe qebûl nakin. Lê Xarpêt ne bajarekî Tirkiyê ye û gelê li wir dijî jî bi piranî kurd in, ne tirk in. Lê rejîma îslamî-faşîst nahêle kurd alîkariya kurdan bikin.

XXX
Tirkiye li hemberî pilana Donald Trump ya ji bo aştiya Îsraîl û Filistîn rabûye û gotiye, ”pilana Amerîka ya xwedêgiravî ji bo aştiyê hatiye amadekirin mirî çê bû, emê destûrê nedin meşrûkirina zulm û dagirkeriya Îsraîl.”

Ev beyana Tirkiyê ji ya Mahmûd Ebas serttir e, lê ji bo me baş e. Tirkiye çiqasî neyartiya Îsraîl û Amerîkayê bike di lehê me da ye.

Trump ewê careke din jî bibîne Tirkiye ne mitefikê Amerîkayê ye, bi qasî hêzên îslamî neyarê Îsraîl û Amerîkayê ye.

XXX
-Heger li welatekî ji edebiyatê û sinet bêtir li ser siyasetê were peyivandin ew welat welatekî sinifa sisiya ye.
Nietzsche
-Bawerî wek dijminên heqîqetê, ji derewan tahlûketir e.
Nietzsche

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE