07 januari 2020

Min û xanimê îro ev bazar kir...



Li nêzî mala me dereke tiştên kevn, ji destê duduyan difroşe (Second Hand) heye. Ez û xanim carnan riya xwe pê dixin û ji xwe ra li tiştên kevn, antîk dinêrin. Heger em rastî tiştekî werin em dikirin. 

Çend roj berê lawikê me yê biçûk got dereke din ya hîn mezintir heye.

Me îro çû riya xwe bi wir xist. Li ciyekî hinekî xewle bû, me nizanîbû li wir ciyekî Second Hand heye.


Bi rastî jî ciyekî mezin bû. Em bîstekê lê geriyan û me ji xwe ra ev tasika şekir (şekirdank)kirî.


Çer xanimê nîşanî min da, dilê min ketê, min rahîştê. Me bi pereyekî pir bêqîmet kir û danî ser masa xwe. Malê Polonî ye, bi dest çê bûye, cameke xweşik e, navê wê rêza JOZEFINA KROSNO ye.

Nuha me şekirê xwe xistiyê. Lê ya xerab ji ber ku li ber desta ye em tim lê diçêrin. Meriv çilek dibe.
Ev ne baş e, dibê zû vala bibe…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE