22 januari 2020

Min heta nuha ev nizanîbû !


Şîva me ya îşev masî bû. Hoste, aşpêş jî bêguman wek her tim dîsa ez bûm.

Min masîyê xwe yê sorik û patatên xwe xweşik, wek kulînçeyên eydiyê sor kirin û danî ser masê û zeleteyekî xwe yê firingiya jî da ber û got, ”xanim de kerem ke were, şîv hazir e.”

Û ew jî wek xaniman hat li ser sifra xwe ya hazir rûnişt…


Piştî me şîva xwe xwar, min jê ra got:

”Xanim, bi Xwedê şansê te heye tu rastî min hatî. Ma kîjan mêrê kurd vê xizmetê ji xanima xwe ra dike?
Te destê xwe di ava sar û germ da nekir.Tu hatî li ser sifra hazir rûniştî. Di nava deh xwehên te da ya herî bi şans û bi siûd tu yî, yên din feqîran giş perîşan bûn…”

Got, ”jimara me kêm meke, xwehên min ne deh in, panzde(15)ne.” Min got ez dibêjim belkî tu şaş î, panzde pir e. 

Me dest bi jimartinê kir. Wek wê derket, tam 15 keçik û neh (neh)lawik in.

Rahmetiyê xwezûrê min sê pîrekên wî hebûn, camêr ji sê pîrekan 15 keçik û neh lawik li pey xwe hîştine.

Yê min feqîrî here were em pênc(5) bira û du(2) xweh in. Em nîvê xwehên xanimê jî tunene. 

Çarde(14) dişên(baldûzên)min hene heta nuha haya min jê tuneye. Lê ne ez tenê, xanim bi xwe jî xwehên xwe û zarokên wan hemûyan nas nake, navên wan jî nizane.

Ma feqîrê ewê çawa nave 15 keçan û 9 lawan û bi sedan zarokên wan fêr bibe ? Qet ne mimkûn e…

XXX
Zimanê bêrişme belayê û serêşiyê tîne serê xwediyê xwe.
Meriv rişma zimên ji dest xwe bernede, kanibe ragire baş e, li karê ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE