23 januari 2020

Mele zêde dirêj meke



Mele li mizgeftê di xutbê da qala cinet û cahnimê(bihuşt û dojehê)dikir.

-Cehnime heft qat in, di qatê yekê da kesên bênemaz tên şewitandin. Di qatê duduyan da kesên xumarbaz tên şewitandin. Di qatê sisiyan da kesên kufurbaz tên şewitandin. Di qatê çaran da kesên…
Ji nav cimatê yekî xwe ranegirt got:


-Mele malava, zêde dirêj meke, nuha tu qatê meriv neşewitîne heye ya tuneye? Tu ji me ra wê bibêje…

XXX
Rahma Xwedê
Ji pîrê elewî pirsîn, gotin:
-Pîr, îsal tirîyê rezê me pir e, em hewqas tirî çi bikin?
Pîr hinekî fikirî, got:
-Bidin cîranên xwe, bidin nas û dostên xwe.
Roj din dîsa jê pirsîn, gotin:
-Me li cîrana belav kir, lê dîsa jî neqediya, pir e.
Pîr got:
-Herin li kuçê bisekinin, kî ji wir çû û hat bidinê, li milet belav bikin.
Roja din dîsa çûn jê pirsîn, gotin:
-Em bela dikin, nakin naqede...
Pîr fêm kir milet li pey çi ye. Dixwazin ew ji wan ra bibêje bikin şerab. Lê wer bibêje ewê serê wî têkeve belayê, lema jî keniyaye û gotiye:
-Tirîyê xwe biheciqînin, ava wî derxin û bera kûpan bidin. Dû ra jî li bende rahama Xwedê bin, Xwedê teala çi kir qismetê we ew e…

XXX
Zimanê zengarî
Tuxtor devê jinikê miayene kir û jê ra got:
-Xatûna hêja, zimanê te zeng girtiye, tu nexweş î. Ezê ji te ra reçeteyekê binivîsim.
Jinikê got:
-Tuxtor beg, ev sê roj in min û bûka xwe şer nekiriye, em bi hev ra napeyivin, gelo ne ji ber wê be?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE