11 januari 2020

Me tu carî newêrekî nekir


-Heger wêrekiya tu bidî dû bi te ra hebe, xeyalên te hemû kanin bibin rastî, bi rast bigerin.
Che Guevara

Me kurdan heta nehuha newêrekî nekiriye, me destvala, bi kuç û palan bi hûtekî çarserî ra, bi çar dewletên zebelih ra şer kiriye û hîn jî dikin...


XXX 

Tu milet bi rehetî nebûye xwedî welat û dewlet, pir hindik her milet xebetiye, micadele daye û dû ra gihîştiye armanca xwe.

Emê jî bi xebat û bi mecadelê bigihîjin armanca xwe. Şertên me giran û zor in, dijminên me pir in, ev rast e.

Lê hêdî hêdî em jî xurt dibin, dostên me zêde dibin û dijminên me jî ji ber hev da dikevin û zeîf dibin.

Yanî ji bo serketinê tu sebeb tuneye em bêhêvî bin. Gerek em hinekî din xwe bidinê, rêya pir asê û zor li dû me ma..

XXX
-Heger maseyeka tevlihev îşareta aqilekî tevlihev be, wê demê maseyeka vik û vala îşareta çi ye gelo?
///Laurence J. Peter

XXX

-Bi nivîsîna bîranînan(hatiratan)meriv ji destê mirinê tiştekî xelas dike.
Andre Gîde

Rast e, pêşiyên me gelek bîranîn û serpêhatîyên ji bo me û ji bo tarîxa me muhîm bi xwe ra birin gorrê.

Heger wan bîranîn û serpêhatiyên xwe nivîsandibûna nuha me tarîxa xwe baştir zanîbû, me zanîbû kê. Li ku çi aniye serê me.

Meriv çi binivîse baş e, li karê ye.

XXX
Hin tirkên hewqasî xerab, hewqasî pîs, hewqasî faşîst û neyarên kurdan hene ne hêja ne meriv navê wan jî bi herfa mezin binivîse.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE