06 januari 2020

Li ser şîna Qasim Silêmanî

Heyeta PDKê, YNKê 


Ji bo ku nûnerên partiyên kurd çûne şîna Qasim Silêmanî, hin kes pir aciz dibin û kurdên başûr rexne dikin. Ez vê rexneya li kurdên başûr şaş û neheq dibînim.

Nabe kurd neçin merasim û şîna Qasim Silêmanî. Partiyên kurd, hukûemta Kurdistanê nuha nikanin Îranê dijmin îlan bikin û neçin şîna Qasim Silêmanî.


Di mistewa herî bilind da neçûne şînê, ev, şêleke siyasî ya baş e. Ya din nekitin civîna parlamentoyê. Ev jî şêleke baş û muhîm e. Çûna şînê tiştekî kerhen e...

Lê li alî din dibê beyanên fahş yên xemgînîyê û piştevaniya Îranê nedin, xwe ji tiştên wiha biparêzin. Serxweşiya dîplomatîk têrê dike.

Dijminên me, qatilên me heta nuha gelek caran bi derewan hatine şînên me û hêsirên tîmsehan barandine. Nuha jî dora me ye.
Çûna şîna dijmin meriv nake dostê dijmin.

XXX
Wek formalîte, kerhen çûna şîna Qasim Silêmanî tê fêm kirin, îzaheke wê heye.

Ez ne li dijî çûna merasima cenaze bûm, bi baweriya min nedibû kurd neçûyana merasimê.

Lê belê methkirina vî neyarê kurdan, pesindan û mezinkirina wî, gotina ew dostekî kurdan bû ne rast e, şerm e.

Tu kurd ne mecbûr e pesnê Qasim Silêmanî bide, gava bide pir eyb dike, dibê ev yek were gotin.

Gotinên Fazil Mîranî yên li ser Qasim Silêmanî ne rast in, ne xweş in, ez şermezar dikim.

XXX
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li ser kuştina Qasim Silêmanî gotiye, ”kuştina qumandarê di mistewa herî bilind ya welatekî da ez dibêjim qey ewê bêbersîv nemîne.”

Mêrik eşkere dibêje gerek Îran heyfa xwe ji Amerîkayê bigire. Ya dilê xwe gotiye, wiha difikire, durûtî nekiriye.

XXX
Rûdaw di xeberên xwe yên li ser zulma çete û terorîstên girêdayî Tirkiyê da ji dêlî bibêje terorîst, hêzêzên terorîs, dibêje ”çekdar, hêzên çekdar.”

Ji bo van çete û terorîstan navê ”çekdar” ne rast e, ew terorîst in, çete ne, qatil in û dibê medyaya kurdî di xeberên xwe da ji bo wan van sifetan bi kar bîne.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE