06 januari 2020

Kultureke ne xweş û bêteşe



Ewrûpî miriyên xwe ne bi qîjewîj, ne bi girî, bi bi metanet û sergiranî radikin, wek ereb, tirk, faris û misilmanan nagirîn, nakin qîrîn û hawar û li xwe naxin, xwe di erdê nadin, xwe birîn nakin.

Di cenazeyê Qasim Suleymanî da îzdîhameke mezin hebû, bi sedhezaran kesî pê li serê hev dikirin.

Yên digriyan, yên li xwe dixistin, hey hawar…

Heger Îranê generalekî emrekî kuştiba tu carî qelebalixeke wiha çênedibû, ewê cenazeyê xwe bi sergiranî, bi merasimeke bi dûzan, bi nîzam û întîzam rakirana.

Lê farisan qiyamet rakirin, rêberê Îranê Elî Xamineyî û meleyên din hêsir barandin, bi hezaran kesî li serên xwe dixistin û dikirin qîrîn û hawar.

Ev kultura ereban ya waweylê di tevayiya misilmanan geriya ye, pir dikin qîjewîj û qîrîn û hawar, xwe diçirînin. Kultureke ne xweş û pir bêteşe ye.


Not:

Di merasima cenazeyê Qasim Suleymanî da qelebalix û gelmeşeyeke pir mezin çê bûye, însanan pê li sere hev kirine, 40 kes mirine û 213 kes jî birîndar bûne.

Jiyan û kultura merivên dinyanedî, paşdamayî, fanatîk kaos e, anarşî ye, nizanin miriyekî xwe jî wek merivan, bi şiklekî medenî gorr bikin. 

Ji bo gorkirina şexsekî 40 mirî û 213 birîndar sosireteke mezin e, lê di civatên wiha fanatîk da normal e.

XXX
Fêsadî, gelacî karekî pir pîs e û bi qasî qetlê xerab e. Îran li herêmê çavkaniya xerabiyê, fêsadiyê, gelaciyê ye.

Di şerê Libananê, Sûriyê, Yemenê û tevliheviyên Îraqê da tiliya Îranê heye.

Li pişt Hizbulah û gelek rêxistinên terorîst Îran heye. Mîmar û organîzatorê hemû teşxele û tevliheviyên herêmê Qasim Silêmanî ye.

Organîzatorê dagirkirina Kerkûkê jî Qasim Silêmanî ye. Bi emir, pilan û organîzeya Qasim Silêmanî bi sedan kurd hatine kuştin.

Qasim Silêmanî wek serokerkanê artêşa Îraqê bû, Heşdî Şabî berhema wî ye.

Bi kuştina Qasim Silêmanî Îran ewê dev ji fîtne û fêsadiyên xwe bernede, lê belê fîgur û organîzatorekî xwe yê gelkî muhîm wenda kir. Ev jî tiştekî baş e. Neyarekî me yê xedar ji ber me da ket, dibê kêfa me were.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE