17 januari 2020

Ka îro jî em guh bidin Lec

Stanîslaw Jerzy Lec


Min got ez îro jî çend aforîzmayên nivîskarên bi nav û deng Stanîslaw Jerzy Lec biweşînim. Çend hebên wan min ji zû da kiribûn kurmancî, wê rojê di nava kaxetan da lê rast hatim. Min çend hebên din jî lê zêde kirin.

Stanîslaw Jerzy Lec(1909-1966), nivîskar û şairekî polonî ye, bi eslê xwe cihû/yahûdî ye. Nivîskarekî bi nav û deng e, aforîzmayên wî tercumeyî gelek zimanan bûne.


-Hin fikir nayên nivîsîn, tenê meriv ji xwe ra difikire.
-Min tîranên ji bo azadiyê şer dikin dîin, ”ji bo azadi zulmkirinê.”
-Bes meriv kane fêrî mina kesên didin bibe
-Di heqê optîkê da: Ji dûr ve her tişt mezin xuya dike.-Di sinet da ji rastiyan bêtir, yên derewan dikin pir in.
-Gelo qaz xweşikiya rûvî dibînin?
-Împarator umûmîyet ji alî dostên xwe tên kuştin. Mêze ev tiştekî berbî aqil e.
-Kesên dûzanbaz, hîlebaz heta ji qapqapên xwe jî tên naskirin.
-Tirsa cambazê li ser ben: Gelo ezê bikevim tora kê?
-Ji cergî ez xwe zanim nizanim însan bi hev ra di nav monologekê da ne.
-Firkir ebeden ne azad in, ew bi asoyê(ûfqê)kilox ve sînorkirî ne.
Stanîslaw Jerzy Lec

-Madem qala Decartes hat kirin, ez çawa difikirim wisa heme.
-Tarîfkirina sinet jî sineteke
-Her tiştê rastî ye ne rast e, mesela derew.
-Îşareta mirinê ya pêşî zayin e.
-Mijarên bêdengmayinê naqede
-Sîya min girêdayî sekna min e.
-Merivên wer hene di meclîsa wan ta tu tişt nayê bîra min.
-Kîtle(girse, memawer) jî kanin xwe tenê bibînin.
-Ji min ra bibêje gelek bi çi dikene, ez ji te ra bibêjim ew hazir e xwîna xwe ji bo çi biherikîne.
-Ziman ji dest dirêjtir e




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE