10 januari 2020

Ji defterek kevn çend peyvên kevn


Di deftereke xwe ya kevn da ez rastî çend gotinên xerîb hatim, Xwedê zane min kînga nivîsîvîye. Min got ez binivîsim, bira di wir da nemînin.

1-Şivanê kurmalî. Yanî şivanê ne xerîb, ji malê. Şivanê me ne xerîb e, kurmalî ye.

2-Manga mîjo. Mangeya nahêle golikê wê bimije.


3-Meriv nikanîbû bi aqalê keta. Yanî meriv nikanîbû nêzikî wî bibûya.

4- Tevna Narê li dar i
hev de bi hev de bi jimyar i
havîn lê bû buhar i
Navê, şiklê hûnana werîs: Panikî, qitikî, meqeskî, marikî, topikî.
Xwêdank: Şivan xuya pezê xwe dixê.

5-Serîsnag- Dawiya payizê

6-Ez nedçûm guheran, ketim cuheran.
7- Sit i, kera qut i.
8- Merax. Ciyê deve lê mexel tê.
9-Birêj. Ji koma çilo(pelê daran)ra tê gotin.
10- Mêrê xerab du caran şer dixwaze.
11-Aqil siviko bar girano
12-Tir ji tirê fedî nake
13-Dilê mîvanan nehêlin tim ê çûnê ne.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE