21 januari 2020

Îtîqada batil karê seriyê zeîf e


-Çar nigên hespê hene lê dîsa jî dilikume.
Pûşkîn
-Dê û bav bi tesadufî, heval bi hilbijartinê tê qezenckirin.
C. Mermet
-Gera li hevalê bêqusûr tê maneya meriv naxwaze dostê meriv hebe.
De Sacy
-Însan wek masiya ye, masî gava ji avê derdikve, însan gava ji însaniyetê derdikve dimre.
-Însan hertim nikane bi egîd be, lê kane hertim bi însan be.
B. Franklîn

 -Yê hutika xelkê nexwaribe jê wetnê hutika wî ta yê aşa ye.
Gotina pêşiya macaran
-Tiştê herî zû zuha dibe hêsir e.
Çîçero
-Li dinyayê tu tişt ji hevaltiyê ne pêwîsttir e.
-Tu heval hetanê hevaltiya xwe îspat neke neheval e.
B. Felteher
-Yê hez bike dijî, yê bijî dixebite, yê bixebite nan  bi dest dixe.
M de Seudrey
-Li dinyayê bêheval mayin feqîriya herî mezin e.
A. de Musset
-Ji xwe ra hevalên qusûrên we di cî da dibêjin bibînin.
Bolleuce
-Ji min ra hevalê xwe bibêje, ezê ji te ra bibêjim tu kî yî.
Cervantes
-Hakimê îradeya xwe be, êsîrî wîjdanê xwe be.
Arîsto
-Tiştê însên teşwîqî bi îhtîyatbûnê dike dijmin e.
-Her însan dinyayeke.
Herbert
-Îtîqada batil karê seriyê zeîf e.
Burke
-Tiştê însên ji heywîn digerîne aqil e. Însan ji aqil dûr keve ewê heywanê derkeve ortê.
Epîetetelos
-Îhtîras carnan kesê herî zîrek dike ehmeq û kesê ehmeq jî dike kesê herî jêhatî.
L. Rochefoucauld
-Qiral jî, parsek jî bi eynî îştahê birçî dibin.
Montaîgne
-Ilm malê dinyayê hemûyî ye, sînorê miletan nas nake.
Goethe
-Jiyan ji kesên bi talih ra kin, ji kesên bêtalih ra dirêj e.
-Kenekê xweş roniyê dide tarîyê.
-G. P Rûsî
-Kaniya tu yê rojekê avê jê vexwe gemarî meke.
G.P Yahûdî
-Kitêb zarokên meju ne.
Swîft
-Kêmaqilî bi du hawan dibe; yek jê ji dînîtîyê, ya din jî ji cahiliyê.
Eflatûn
-Kes nikane bi qasî kesê naxwaze bibihîze kerr be.
M. Henry
-Li dinyayê insane bêkeder tuneye, hebe ne însan e.
Sadî
-Min kitêbên xwe nexuliqandin, wan ez xuliqandim.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE