05 januari 2020

Îşê meleyên Îranê zor xuya dike

Donald Trump


Trump gotiye Îranê êrîşê me kir û me jî bersîva wanda. Heger ew dîsa êrîşî me bikin, ez tiştekî wiha tewsîyeyî wan nakim, emê hîn dijwartir li wan xin, him jî bi rengekî wisa lêxin ku tu carî tiştekî wiha nehatibe serê wan, emê li 52 hedefên Îranê xin.
Meleyên Îranî zanin Trump henekan nake û tiştê dibêje ne gefeke vala ye.


Trump gotiye, ”Amerîkayê du trilyon dolar li hêza leşkerî xerc kir. Em hêza dinyayê ya herî mezin û herî baş in. Heger Îran êrîşî baregehên Amerîkayê ya jî êrîşî hemwelatiyên me bike, emê qet teredut nekin û vê hêzê bişînin ser wan.”

Îran baş zane Amerîka ewê lêxe.

Îran jî baş zane heger ew êrîş bikin Amerîka ewê hîn xerabtir li wan xe.

Kî êrîşî kê dike, kî li kê dixe îşê me pê tuneye. Lê rejîma îslamî ya Îranê basko bibe ya jî hilweşe ji bo me jî û ji bo dinyayê jî baş e.


Parlamentoya Îraqê îro li ser derxistina hêzên emerîkî ji Îraqê dicive. Hêvî dikim biryara derxistina Amerîkayê ji Îraqê bigrin. Xerabûna nabêna Îraqê bi Amerîkayê ra ji me ra baş e, ewê şansê kurdan yê serxwebûnê zêde bike.

Lê kurd di meclîsê da ewê çi bikin, şêla wan di vê meselê da çi ye hîn baş ne zelal e.

Bi baweriya min dibê kurd hevaltiya Îraqê û Îranê nekin. Şêleke wiha ne rehet e, lê hevaltiya Îraqê û Îranê bi tu hawî ne li kara kurda ye.

Heger Amerîka ji bin da dev ji alîkariya kurdan berde, Îraq, Îran û Tirkiyê ewê kurdan perîşan bikin, tiştê îro heye jî ewê ji wan bistînin. Lê heger Amerîka piştgiriyê bide kurdan, kurd him kanin erdê ji dest wan çûye paş da bigrin û him jî şansê wan ê serxwebûnê zêde dibe.

Not:
Parlamentoya Îraqê di civîna xwe ya awarte da pêşniyara derxistina hêzên Amerîka(biyanî) ji Îraqê qebûl kir. 

Parlamenterên kurd û sunnî beşdarî civînê û dengdanê nebûn. Beşdarnebûna kurdan pir baş e. 

Ji 329 parlamenterên meclîsa Îraqê 170 parlamenterên şîî beşdarî civînê bûne û biryar bi rayên wan hatiye girtin.


Şîî dixwazin hêzên Amerîka ji Îraqê derxin lê vê daxwazê ji Tirkiyê nakin. Tirkiyê ev çend sal in başûrê Kurdistanê û Îraq dagir kiriye, pir mêr in bira tirkan ji welatê xwe derxin, ji tirkan ra bibêjin ji welatê me derkevin.

Amerîka ewê derkeve û here li Kurdistanê bi cî bibe. Heger Trump ne pîs be ewê piştgiriyê bide serxwebûna kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE