07 januari 2020

Îro kitêbxaneya min zengîntir bû



Îro kovara ”Kurt Tarihi” jimara 38a ji min ra hat. Birayê min Fuad Kumruaslan berpirsiyarê wê ye, ji min ra şandiye. Berê jî 3 jimarên wê ji min ra şandibû. Gelek sipas mala wî ava be.

Ev demeke kitêbxaneya min bênabên zengîn dibe, ez pê ra nagihînim her tiştê ji min ra tê bixwînim.

Ez nikanim çend tiştan bi hev ra bixwînim, mejiyê min tevlihev dibe, baldariya min xera dibe. 


Meqale, nivîsên kin dîsa dibe, lê du romanan, roman û çîrokekê yanî  nikanim du kitêban bi hev ra bixwînim, dibê yekê biqedînim, dû ra dest bi yeka din bikim.

Ya xerab nikanim li ser hev zêde bixwînim jî, piştî saetekê, du saetan çavên min diêşe.

Helbet blog û taqîba medyaya sosyal(facebook, twîtt) jî wexta min pir digre, rojê 3-4 saetên min li ber kompîtorê derbas dibe.


Nuha romana Osman Ozçelîk, ”Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê” dixwînim, hindik maye. Romaneke ecêb xweş e, meriv naxwaze dev jê berde. 




Piştî wê, romana Helîm Yûsif, ”Firîna bi baskên şikestî” di dorê da ye, ezê wê bixwînim. Min wer pilan kiriye.

Lê carnan hin tiştên ne di hesêb da derdikevin, lema xwendin tevlihev dibe û dirêj dajo.

Di vê jimara kova ”Kurd Tarîhî”  da dosyeyek li ser Mele Mistefa Barzanî heye. 

Lê jimar hema hema bi giştî liser tarîx û micadela Mele Mistefa Barzanî ye; ji zaroktiya wî, heta bi roja wefata wî çend nivîsên hêja hene.

Kesê bixwaze Mele Mistefa Barzanî û micadela wî ji nêz ve nas bike, ev jimara ”Kurt Tarîhî” çavkaniyeke baş û dewlemend e. ”Kurt Tarîhî” kovereke bi kalîte ye, li ser tarîxa kurdan tiştên baş diweşîne.

Nivîsa Seîd Veroj bi kurmancî û ya Ziya Avcî jî wergereke ji soranî ye. Nivîsên din hemû bi tirkî ne. Sipas ji bo kesên bi nivîsên xwe ev jimar dewlemend kirine.
Xwezî ev kovar xurî bi kurdî bûya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE