18 januari 2020

Îcar ev ji me kêm bû !



Keçikeka bi profîla ”Eylem” di twîtta xwe da gotiye:
”Ez wek kurdekê dibêjim, kî kitêba Selahedîn Demirtaş, Leylanê nekire, nexwîne terorîst e, Ez vekirî dibêjim !”

De were safî bike?

Em kurd berê ne tam bûn, lê zulma îslamî-faşîstên tirk piçek aqilê di serê me da hebû jî çelqandin, xirifîyên me ji biaqilan zêdetir bûne.

Yekî dinê bi navê ”Bêkes” jî gotiye, ”ez wek kurdekî dibêjim, yê vê kitêbê nekire namerd e, bênamûs e, bêheya ye.”

De were vî kerî di vî buhurî ra derbas bike !

Bi navê Leylanê romaneke Devliken Kelogirî jî derket, herdu roman jî di eynî wextê da derketin. Lê ya Devliken Kelogirî berî ya Demirtaş hatibû çapkirin.

Weşanxaneya Demirtaş xwestiye Devliken navê romana xwe biguherîne, lê Devliken qebûl nekiriye, gotiye romana min bi kurdî ye û berê ya Demirtaş çap bûye, ez navê romana xwe naguherim. Ez dibêjim belkî ev cara pêşî ye tiştekî wiha diqewime.

Hinek jî dibêjin gerek kurd romana Demirtaş nexwînin. Ez ji kesî ra nabêjim bixwîne, ya nexwîne, lê ezê nekirim û nexwînim. Tiştê bi tirkî ne zarûrî be, ez ne mecbûr im naxwînim.

Mihemed Ronahi Terorîstbûn bûye pûl û nîvek. Berê şerefeke wê jî hebû.

Zana Dursun Apê Zinar tiştek wiha heye di tirkî de dibêjin algi
Di her wêneyan de jî Selahattin Demîrtaş û Terorîst li rex hev in; ev di bin gelek mêjîyan de wisa dimîne...

Zinarê Xamo Yekî dinê bi navê ”Bêkes” jî gotiye, ”ez wek kurdekî dibêjim, yê vê kitêbê nekire namerd e, bênamûs e, bêheya ye.”
De were vî kerî di vî buhurî ra derbas bike !

Zinarê Xamo Ez dibêjim belkî yên ev tişt gotine ajan-provakator in, ji bo fêsadiyê, ji bo kurdan bera hev bidin wiha dikin...

Zana Dursun Zinarê Xamo belê Apo li ser medyayê gelek lîstik hene ji bo wê ger mirov berfireh agahî û xebera binêre.

Seyda Goyan Wisa, "bijî terorîzm"

Eziz Can Welle Apo hinek jî dibêjin kî Leylan a Demirtaş bistîne ajan e, tirk û tirkî hez e.. divê Kurd û Kurdî hez Leylan a Devliken bistînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE