04 januari 2020

Hezkirina ji tiştên antîk



Ji zû da ye min pêkenîn nenivîsîye, vê sibehê ka ez bi pêkenînekê dest pê bikim
Yek rojekê bû mîvanê hevalekî xwe yê kevn. Bîstek derbas bû, xanima malê ji mêrê xwe ra got:
-Ev mêrik kî ye?
Mêrik got:

-Hevalekî min e. Te çima pirsî?
-Çavên wî wer li ser diya min e!
-Erê, ji tiştê antîk hez dike, yekî antîkacî ye.

Çavê Amerîka jî wer li ser terorîstan e û tim jî li çaviyê dixe. Her kar jê ra pisporî lazim e...
XXX


Meleyên îranî pir konene, zû bi zû pê li ciyê şil û şematok nakin. Le ma jî ewê eşkere êrîşî Amerîkayê nekin, heger bikanibin ewê bi hin zilamên xwe sabotajekê, êrîşekê bidin kirin. Kanin li Amerîkayê bi xwe bidin kirin. Di bin destê Îranê da kesên terorîst pir in.
Lê ez dibêjim ew li ku û bi kê bidin kirin jî Amerîka ewê Îranê mesûl bibîne û li Îranê xe.
Heger lê nexe Îran û terorîst ewê aşûnî û çavsorî bibin û biwêribin gelek carên din jî êrîşî Amerîkayê bikin.
Ji bo ku kes êrîş neke, Amerîka ewê bêdeng nemîne û derbên giran li Îranê xe.
Ji bo me kurdan Îran û dijminên me yên din çiqasî zeîf bibin baş e, kî li wan xe, bi kê ra têkevin şer baş e.

XXX
Dewlet hemû, siyasetmedarên dinyayê hemû berjewendiyên welatên xwe di ser dostiyê, dîn, îman, îdeolojîyê ra, di ser her tiştî ra digrin. Dibê em kurd jî êdî wiha bifikirin, berjewendiyên xwe yên netewî di ser her tiştî ra bigrin û li gorî wê hereket bikin.

XXX
Merivên xerab, kesên sûcdar bêceza nemînin baş e, dibê xerab, sûcdar, qatil cezayê xwe bikşînin.
Kî xeraban, sûcdaran û dijminên me ceza bikin baş e.
Xerab û qatilek bi çi hawî hatiye cezakirin zêde ne muhîm e, ya muhîm xerab, qatil bêceza nemînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE