21 januari 2020

Heta tirk neyên baskokirin li herêmê rehetî ji kesî ra tuneye



Îro dijminê me yê herî har, herî êrîşkar û dirinde Tirkiye ye. Di van sed salên dawî da çi xerabî, qetlîam û trajedî hatine serê me, ya wan kirine, ya jî di gişan da tiliya wan heye.

Tirkiyê li Sûriyê û li Îraqê Daîş li hemberî me organize û perwerde kir û berra bedena me da. 

Ji bo ku bi leşkerên xwe êrîşî me nekin, Daîş çê kirin û bi Daîşê û hêzên din yên îslamî, her carê navek li wan kirin, li Sûriyê û li Îraqê ev 8-9 sal in sere kurdan dikin.


Dagirkirina Kerkûkê û herêmên din bi pilan û organîzeya Tikriyê hat kirin. Tiliya Îranê tê hebû, lê organîzator tirk bûn.

Êrîşa Daîşê ser Kobanê bi emrê Tirkiyê bû. Li wir bi ser neketin îcar wan bi xwe Efrîn dagir kirin.

Bi wiya jî nehatin serî, dû ra Girê Sipî û Serêkaniyê jî dagir kirin.

Ji bo guhertina demografiya Kurdistanê 3-4 milyona ereb û çeteyên ji miletên din li Efrînê, li Serêkaniyê, li Girê Sipî, li Rihayê û qezayên wê, li Dîlokê û qezayên wê bi cî kirin.

Şerê Sûriyê wan derxist û ew nahêlin şer biqede.

Yê nahêle li Îraqê Daîş biqede û ereb li hev werin Tikriye ye, ew tim û daîm bi Daîşê û bi riya hin sunneyan û Cepheya Tirkmen tevliheviyan derdixin û şer gurr dikin.

Sûriye, Îraq ne bes bû, nuha jî tiliya xwe xistina nav gelşên Lîbyayê û dixwazin Lîbyayê jî bikin Sûriye. 

Heger ne fêsadî û alîkariya Tirkiyê bûya li Lîbyayê nuha şer qediya bû û aliyan li hev kiribûn. 

Lê tirk nahêlin. Çimkî çavên di erdê xelkê da heye, dixwazin welatan bi şerên demdirêj ji hêz da bixînin, zeîf û bêmefer bikin û bi vê riyê wek Efrînê û Serêkaniyê, hin erdên din dagir bikin. 

Ji roja Dewleta Osmanî û Tirkiye çê bûn û vir da ye li herêmê tu miletî û tu welatî rehet nekiriye, çavên tirkan kî birrîbe roja keys dîtine êrîş birine ser û qetlîamên mezin kirine; welat û bajarên xelkê dagir kirine. Kultura wan ya talanê û dagirkeriyê, cave wan di erd û welatê her cîranê wan da heye, roja îmkanê dibînin dagir dikin. 

Li Kurdistanê, li Enedoliyê û li Tirkiyê di serî da êrmenî, yahûdî, suryanî, asûrî, rûm kes nehîştin, koka hemûyan qelandin.

Di vî sed salê dawî da bi milyonan kurd qirkirin, bi riya koçê û asîmîlasyonê kirin tirk û bi milyonan jî tirk anîn li Kurdistanê, di cî warên kurdan da bi cî kirin.

Tirk bela sere heremê ne, har in, êrîşkar in, irqçî û faşîst in, heta ev dewlet hebe, heta ev miletê har û êrîşkar neyê baskokirin, ne em kurd tenê, cîranên Tirkiyê yek jî, Ewrûpa jî ewê tu carî rehet nekin. Dibê pozê van irqçî û faşîstên har were firikandin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE