25 januari 2020

Hero bese lo...

Ka em vêsê jî bi dûlikeka Qerejdaxê ji we dost û hevalan ra bibêjin roja we bi xêr.

Hêvî dikim di erdheja do da gelê me zêde zirar nedîtibe. Ji kesên mirî ra rahmetê û ji birîndaran jî şîfayê dixwazim.


-Lolo Mehemedo
Bila ne payîz ba, ne zivistan ba
Tim û tim buhar ba, havîn ba
Bila mala me li konan ba, li waran ba
Bira bayê xerbî bihata, pêşîya konê reş bixista
Bira çît û çeper biqetanda, bira ser me raba
Der û cîran, dunya alem, giştikan bidîya lo eşkere ba
Hero bese lo, bese lo, bese lo
Xirabê mêran te ez ne xwastim, ne jî revandim
Te nîvê şevê şûn da, di agirê cinan û pêrîyan da ez helandim

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE