30 januari 2020

Hadê em herin bindariyê


Tirên rabû minawre kir
Min di odê da yoxulme kir
Delalê dilê min
Li ber min rûniştî bû
Wele bile min nas nekir.


-Di ser min û te ra Xwedê yek e
Di orta min û te da
Sultan Qibêysî û Girdbeleke
Kî di nav du dilan da fesadîyê bike
Mehkê rociyê bigre û eydiyê neke.

Hadê em herin bindarîyê
Bira du, sê heb werin guhdarîyê
Xwezî ez şûşeke lewantê bama
Biketama ser qatik çekê zavatîyê.

-Tu lawikê lawê metê
Tu şekirê nav qaxitê
Tu ji dîya min ra nebê metê
Dîya min xwesîya te tê
Ji min û te ra pir gune tê.

///Berhevkar: Suphî Aydin

Li qerejdaxê berf barîye sipî kirî wekî hêk e,
Navbera min û delêl ji bo ramûsanekê xerab bûye
Ez ê vê sibekê qasidan bişînim ji bo navbera min û delêl çêke
Ger çênebe ez ê gulîyên xwe yî sor î sosinî jêkim û ji delêl re rêkim,
Ez ê bêjim tu bidî xatirê min xeşîmê, min nezanê, min poşmanê
Were ji êvar de heta sibê bi min şabe dilê xwe yî şikyayî têr ke.


///Berhevkar: Kemal Bakan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE