08 januari 2020

Gur ji mij û dûmanê hez dike


Diz ji qelebalixê û tevliheviyê, ji teşxeleyê hez dike.Çimkî di qelebalix û teşxeleyê da kane baştir karê xwe îcra bike.

Gur ji mij û dûmanê hez dike. Çimkî gava mij û dûman be şivan gur nabîne, rehettir bi kerî dikeve.

Meleyên îranî jî ji bo ku sûcên xwe veşêrin pir dikin helahela, qelebalixê û geremolê çê dikin.


Lê ew çi bikin jî ewê li zirarê derkevin. Ji bo wê jî zêde pêş da naçin. Zanin Amerîka kane wan poşman bike.

XXX
Li Sûriyê herb e, Îraq, Îran, Tirkiye dikele. Herêma me bi tevayî di nava bêîstîkrarîyê, şer û teşxeleyên mezin da ye.
Çarhawêlî me dijmin in, şer û agir e. Kurdistan di orta vî agirî da ye.

Li Sûriyê, li Îraqê, li Îranê û li Tirkiyê em di hedefê da ne.
Di rewşeke wiha da heger em ne bi tifaq û ne bi hazirî bin emê di bin nigan da bipelixin.

Tiştê îro ji me ra lazim e, tifaqek milî û leşkerî ye, dibê di warê siyasî da em li hev bin tivdîr bin û di warê leşkerî da jî tedbîrên xwe bigrin, sengerên xwe xurt û qewî bikin.

Li başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê tifaq û hevkariya kurdan şert e, zerûrî ye. Li van welatan her gav kane surprîzên meriv texmîn nake derkevin hemberî me.
Şerekî Îranê û Amerîkayê kane me mecbûrî hin gavên tarîxî yên mezin bike...

XXX
Trump li ser êrîşên Îranê hîn tiştek negotiye. Hela em binêrin Trump ewê di twîtta xwe da çi bibêje.

Hêvî dikim Îran êrîşeke cidîtir bike. Ev êrîş pir cidî xuya nake, mexsed bira bibêjin meleyan tiştek kir...

XXX
ranê çend fuze avêtine ji baregehên leşkerî yên Amerîka yên Eyn el Esed û Hewlêrê da.

Amerîkayê êrîş piştrast kir, lê li ser zirar û ziyanên canî hîn tu tiştek nehatiye gotin.

Amerîka bersîvê nede meleyên destbixwîn ewê cesaretê bigrin û hin tiştên din bikin.

Ev îş li vir naqede, ewê mezin bibe…

Piştî hewqas fort û zirt dibê Îran tiştekî bike. Êrîşa îro zêde cidî xuya nake. Em binêrin Amerîka ewê çi bersîvê bide...

XXX
Qiral Dionysios ji fîlozof Arîstoppos dipirse:
-Ji bo çi ye gelo, her roj fîlozof diçin zîyareta hukumdaran, lê belê hukumdarek naçe ziyareta fîlozofekî?
Arîstîppos gotiye:
-Di vir da tiştekî meriv matmayî bihêle tuneye. Hekîm diçin ber nigên nexweşên nikanin ji nava nivînan rabin, çimkî ne mimkûn e nexweş herin ser hekîman.
Her kes ji her karî ra nabe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE