12 januari 2020

Fetwayên Xumeynî



Ayatulah Xumeynî

Do ez rastî nivîseke Şivan Okçuoglu ya li ser fetwayên Xumeynî hatim. 

Şivan Okçuoglu gotiye dema min li ser Xumeynî lêkolîn dikir, ez rastî metneke fetwayên Xumeynî ya bi navê ”Kitêba Kesk” hatim. Bi xwendina wê ez matmayî mam.

Kibêke Xumeynî ya bi navê ” Tahrir Al-Vasilah” heye, Şivan Okçuoglu hinek beşên wê kitêbê tercumeyî tirkî kiriye.

Ji homoseksueliyê bigre, heta bi pedofîliyê, heta bi tecawiza heywîn, di her warî da û li ser her tiştî fetwayên Xumeynî yên pir ecêb û sosiret hene.


Xumeynî li ser seksê, pedofîliyê, lezbîyeniyê, seksa bi heywîn ra fetwayên wer dane ez fedî dikim wan li vir biweşînim ya jî qala wan bikim.

Li gorî fetwa Xumeynî daye şerab û alkolên din heram e, lê belê afyon û esrar ne heram e, helal e.

Kitêbeke Xumeynî ya bi navê ” Keşfu’l Esrar ” jî heye, di wê da jî li ser îslamê, li ser Mihemed, 

Xwedê, Quranê û gelek tiştên din, gelek dîtin û gotinên ecêb hene. 
Lê kitêbên wî yên din jî hene. Şîî di dîn û îslamîyetê da pir dûrî sunîyan in, muslimaniya şîîyan û ya sûniyan qet naşibe hev. 
Ayatulah û alimên şîî naçin hecê jî, Xumeynî jî neçûye hecê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE