27 januari 2020

Em çi dikin jî em ji bela tirkan xelas nabin


Pêşiyên me gotine, ez hêdî dimeşim bela tê digihîje min, ez zû dimeşim ez digihîjim belayê.

Em dikin nakin, em ji bela tirk xelas nabin, em dilezînin nabe, em hêdî diherin nabe, em ku da davêjin wer di nav nigên me da ne, çarhawêlî me, li perçên Kurdistanê bela tirkan ji me naqete.


Tirkan bi destê îslamîstan bela xwe êdî ji sînorên xwe jî derbas kirine, li Sûriyê û li Îraqê jî bûne bela serê me, bûne xwîna kera reş û di me geriyane. Dewlet, hukûmet, milet, medya wer li pey me ne, hal û karê wan neyartiya me ye.

Li rojavayê Kurdistanê keriyek çete û qatilên ereb dane dor xwe û bi destê wan celadên kirêkirî jiyan li gelê me kirine dojeh.

XXX
Pervîn Bûldan xanimê li ser zelzeleya(bûmelerza, erdheja)Xarpêtê gotiye:

”Dibê her kes viya baş bizanibe ku em bi tirkên xwe ve, bi kurdên xwe ve, bi êrmenî, suryanî, laz, ereb û çerkezên ve yek in. Zimanê êşên dîn û nîjadên me tuneye.”

Hin kurd ji ber van gotinên Pervîn Bûldan xanimê xwe pir aciz dikin, dibêjin te çima wiha gotiye, em û tirk ne yek in, êşên me jî ne yek in, filan û bîvan…

Helbet îdîa êşên me û tirkan wek hev in dereweke mezin e, ev rast e.

Lê Pervîn Bûldan wiha difikire û ev ne cara pêşî ye wiha dibêje. Berê jî gelek caran tiştên wiha û ji viya xerabtir jî gotiye.

Bi baweriya min yên ne bi vê fikra Pervîn Bûldanê ra ne, yên wek Pervîn Bûldanê nafikirin dibê nebin hevalê wê, dibê rayên xwe nedin Bûldanê û partiya wê.

Pervîn Bûldan do çi bû, îro jî ew e, ew nûnereke partiya Tirkiyê ye û xwe û tirkan yek dibîne. Yên ji fikrên wê aciz in, ji dêlî rexne û gazinan, dibê Pervîn Bûldanê nekin nûnera xwe, piştgiriyê nedin partiya wê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE