23 januari 2020

Demokrasiya Ûgandayê jî ji ya Tirkiyê pêşdatir e



Li gor Rapora Endeksa Demokrasiyê ya 2019a, Tirkiye di nav 167 welatên cîhanê da di rêza 110a da ‎ye.

Di warê demokrasiyê da Nîjerya, Ûganda, Zambîya, Lubnan û Srî Lanka jî ji Tirkiyê demokratîktir û pêşdatir in.‎


Bi baweriya min rewşa Tirkiyê ji vê jî xerabtir e. Tirkiye bûye zindaneke mezin ya îslamî-faşîstên pantirkîst, antî kurd.


Erdogan qeyûm daye serweqfa A.Davutoglu. Davutoglu şoq bûye, gazin kiriye.
Şerê nabêna wan gurrtir dibe.
Dîktator, merivên bêwefa ne, nankor in, hevaltî, qedişînasî li ba wan tuneye, pir rehet kanin pê li serê hevalê xwe yê salan kin.
Davutoglu ewê hîn pir şoq bibe.
Gelekên wek Davutoglu Erdogan bi salan li kola xwe kirin, roja ew danîn, bûn xayin. Nuha dora Davutoglu ye, aqûbeta wî jî ewê wek yên din be.

XXX
Gelek sipas ji bo vê diyariya hêja. Fetullah Ozmen ji min ra kovara akademîk


Derwaze îmze kiriye û birayê min Fûad jî ew ji min ra şandiye. Mala wan ava be. Ez kêfxweş bûm.
Ev cara pêşî ye Derwazê dibînim.


XXX
Zimanê bêrişme belayê û serêşiyê tîne serê xwediyê xwe.
Meriv rişma zimên ji dest xwe bernede, kanibe ragire baş e, li karê ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE