27 januari 2020

Dara gûzê şahidiya wahşeta dîtiye dike



Van rojên dawî ez baş dixwînim. Do bi şev jî min romana Helîm Yûsif ”Firîna Bi Baskên Şikestî” qedand û dest bi xwendina şiîrên Arjen Arî kir.

Nivîskar, di Firîna Baskên Şikestî da ji devê miriyan, ji devê Hadîyê derhêner, Burhanê senarîst û gelek miriyên ji alî celadên îslamî ve hatine kuştin, qala wahşeta celadên Daîşê li Kobanê anîne serê kurdan dike. 


Hadîyê derhêner yê bi destê wahşên îslamîyên xwediyên alên reş bi hovane hatiye kuştin, şevekê ji gora xwe derdikeve û bi cîranê xwe Burhanê senarîst ra qala serpêhatîyên xwe, qala wahşeta celadên îslamî anîne serê wan û bi sedan kurdên din dikin. 

Ji hev ra qala qetlîamên bûne şahid dikin. 

Çawa bi hovane û bi namerdî hatine kuştin, bûna şahidê kîjan hovîtiyan, çi dîtine, mirî yek bi yek ji hev ra dibêjin û ji tarîxa kurdan ra dikin belge.

Bi vî hawî xwendevan jî dibînin di şeveke remezanê da hovên îslamî çawa girtine ser malan û bi sedan însan çawa kuştine. 

Hovan bi sabotajan, bi teqînan çi anîne serê gelê Kobanê di romanê da xweş hatiye taswîr kirin.

Xwendina romanê, wahşeta îslamiyên xwediyên alên reş anîne serê miriyên gorristana Kobanê meriv dihejîne, kela dilê meriv radibe, meriv bînçikyayî dibe. 

Çend caran min xwest dev ji xwendinê berdim, çimkî dilê min tehamulî xwendina hewqas zulm, wahşet, kuştin û barbarî nedikir… 

Dû ra min ji xwe ra digot, na, ev wahşeta neyarên me yên ereb, tirk, musilman anîne serê gelê Kobanê, dibê ez jî û hemû kurd jî bizanin. 

Dibê barbarî, wahşet û qetlîama celadên îslamî anîne serê me kurdan dibê ji tarîxa me û dinyayê ra hemû bibin belge, dibê mirovahî bizanibe li Kobanê çi bû, bi sedan însan bi kîjan  hovîtiyê hatin kuştin.

Meriv bawer nake însanên xwedî hiş û şiûrekî normal, însanên bi tevayî nebûbin teba, zebanî, cinawir kanibin hewqasî ji mirovahiyê derkevin, hewqasî zalim û dirinde bibin.

Şahidiya Dara Gûzê, mirazqutiya Perwînê û Rodiyê dildar, welatperweriya Viyan Peymana canfîdaya Kurdistanê, êşa dilê Cîhanê,  mêraniya Heciyê heftêsalî, trajediya Mihemedê pêncsalî û qedera gelekên din dilê meriv digvêşe, meriv di xwendinê da zahmetiyê dikşîne. 

Lê qehremanên romanê di eynî wextê da jî dibin şahidên serpêhatiya Kobanê û wahşeta celadên îslamî li Kobanê kirin.

Gelek sipas ji bo vê berhema hêja. Dibê gelek romanê wiha werin nivîsin. Tiştê neyarên me li Kobanê û li Şengalê anîn serê me wahşetên pir mezin in, dibê sedan roman, şiîr û çîrok li ser werin nivîsin, fîlmê vê wahşetê were çêkirin.
Hemû şehîdên Kobanê bi hurmet bibîr tînim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE