26 januari 2020

Qumandara kurd Arîan



Ez û xanim îro çûn sînemayê, me li fîlmê dokumenter yê şepala kurd ”Arian Comandant” temaşe kir.

Arîan 30 salî, qomandareke YPJê ye, di şerê Sûriyê da, di cepheya pêşî da li dijî Daîşê-hovên îslamî ji bo parastina welatê xwe, bajarê xwe, şerf û namûsa xwe şer dike. Ew û bi sedan havalên xwe Kobanê ji wahşên îslamî, ji tebayên rîdirêj xelas dikin.


Arîana şepala Kobanê, bi çend gulan giran birîndar dibe. Lê di netîceya berxwedaneka bêemsal û tedawiyeke ya du salan da birînên wê ne bi temamî bin jî, baş dibin û dîsa vedigere nafa refên YPJê.

Arîan di şer da dibe şahida gelek barbarî û hovîtiyên hêzên îslamî û ev yek wek şûrekî wê bêtir disû û baweriya bi micadelê û bi serketinê bêtir pê ra xurt dike û di dawiyê da fêkiyên berxwedana xwe dibînin, li hemberî hêza dinyayê ya herî dirinde, terorîstên ji hemû nirxên mirovahiyê herî bêpar bi ser dikevin, welatê xwe, axa xwe, bajarê xwe rizgar dikin.

Arîan û hevalên xwe bi liberxwedan û qehremeniyên xwe li seranserê dinyayê bûn sembola liberxwedanê, serînetewandinê û azadiyê. Sotorra bi vî fîlmê xwe portreyek dilşewat a jinên kurd yên di cepheya şer da afirandiye.

Fîlmê Comandant Arian li sînema Zîta hin rojan tê nîşan dan. Fîlmekî dibê meriv temaşe bike, bibîne bê wahşên îslamî bi alîkariya Tirkiyê çi zulm li gelê me kirine. Temaşekirina fîlm ji bo Kobanê jî aîkariyeke.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE