14 januari 2020

Çend gotinên biaqil û xweş


Do di çavîk û qulik mulikên dolaba xwe da ez rastî hin nivîs û wergerên xwe hatim. Min berê qala çîrok û serpêhatiya dolaba xwe ya kitêban kir.

Di nava wan da hin nivîs û nameyên min, hin aforîzim û gotinên pêşiyan hene. Ezê ji berêvkê da wan biweşînim. Meriv çi binivîse, çi bi biweşîne baş e, miheqeq çend kesên bixwînin û jê hez bikin ewê hebin.

Ma ez neweşînim û li mal genî bikim ewê çi feydeya wan bigihîje minû xwendevanên min?
Ez îro bi çend heban dest pê dikim.


-Mêranî ne marîfeteke, heger tu ne tirsoek bî.
Tovd Jansson

-Çewtî û kêmasiyên xwe bi dilekî rehet têxe hustuyê miriyan. Ew nikanin te derewçîn derxin.
Harry Sachein

-Di saniya herî muhîm da tu her tim bi tenê yî.
Knut Overo

-Çima meriv derewan bike, piştî ku meriv kanibe rastiyê bi gelek hawî bibêje.
Stîg Jerre

-Xwedî tecrûbebûn têrê nake, dibê ew bên bîra meriv jî.
Carl Hammaren

-Ne hewceye tu darê fêrî fêkîdanî bikî, lê binêre.
Beng Wadensjo

-Ji bo ku te ji çem derbas bike meriv ji tîmseh alîkariyê naxwze.
Harry Martinsson

-Ji kerê ra zirîn muzîk e.
Bo Bergman

-Yên zeîf digrîn. Yên xurt dikennin. Yên bi aqil dimizicin.
Elmer Dîktonîus

-Kalbûn ne xweş e, lê belê kamilbûn xweş e.
Birgîta Bardot

-Moza biaqil kulîlkên çilmisî namije
-Masiyên mirî tenê bi ber lehiyê dikevin.
-Meriv nikane zanyariyê wek mîrat li dû xwe bihêle.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE