03 januari 2020

Aynê bizina kol ji bizina bi quloç ra nema



Heger kurdan Qasim Silêmanî kuştibûna Îranê nuha agir bi ser serê kurdan da barandibû; Tirkiyê nuha qiyamet rakiribû, nuha hemû kurd terorîst îlan kiribûn.

Lê ji ber ku Amerîkaye, çavên wan Amerîkayê nabire, zanin êrîşên wan ewê bê bersîv nemîne, lema Îran jî û Tirkiye jî bûne pisik, newêrin zêde pêş da herin.

Qonseya Milî ya Ewlekariya Îranê gotiye, ”Di wext û ciyekî maqûl da ewê heyfa Qasim Silêmanî were girtin.”


Gefeke vala ye, newêrin tiştekî bikin, ew baş zanin heger ew sabotajekê bikin, Amerîka ewê li wan xe. Lema jî Ketaîb û şîiyên Îraqê qîma xwe bi gef û fortan tînin.

Lê ez bawer nakim biwêribin tiştekî bikin, heger li derekê li hemberî Amerîkayê sabotajekê bikin, Amerîka ewê baş li wan bide, ew viya zanin.

Tirk jî di bin serokatiya Erdogan da civiyan e, 3 saetan li ser kuştina Qasim Silêmanî peyivîne. Lê wan jî êrîş şermezar nekirine, negotine êrîşeke terorîstî ye, pesnê dîplomasiyê dane.


Di beyana xwe da peyveke tahl û ne xweş ji Amerîkayê ra negotine. Esas li ser bûyerê qet tiştek negotine. Erdogan zane bivik tê da heye, zane Amerîka ne kurd in...

Ancax yê bêîman ji heqê yê bêdîn derkeve, ancax Amerêka ji heqê van qatilan derkeve. 

Aynê bizina kol ji bizina bi quloç ra nema, kurd bizina kol in, çavê ereb, tirk û farisan me dibire, her roj me dikujin.

Îran qatilê Dr. Qasemlo û Dr. Şerefkendî ye, qatilê bi hezaran keç û xortên kurd e. 

Qasim Silêmanî organîzatorê dagirkirina Kerkûkê û ya gelek qetlîaman e. Xwezî bi destê me bihata cezakririn, lê ne bi destê me jî ji ortê rabûna terorîstekî  mezin baş bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE