20 januari 2020

Asasê exlaq azadî ye


Îro jî çend aforîzmayên tevlihev.

-Asasê exlaq azadî ye.
C. F. Meyer
-Evîn nêrdiwaneke ji êgir e, ji dilan heta bi asîmanan dirêj dibe.
E. Geîbel
-Ezabê serî ji ezabê ji ezabê laş hîn mezintir e.
Syrus
Evîn çîrokeke pir kevn e, kane nup û nû bimîne.
H. Heîne
-Evîn li Fransayê komedîyeke, li Îngilistanê trajediyeke, li Îtalyayê operayeke, li Almanyayê melodrameke.
M. Blessîngton
-Evîndarî çûyina aqil e.

-Evîn dilşadiyeke daîmî ye.
-Însan dibê ya fêrî jibîrkirina êşên xwe bibe, ya jî fêr bibe gorra xwe bikole.
Balzac
-Evîn ne zêr e, nayê veşartin. Hemû sirên evînê li meydanê ne.
Mewlane.
-Ez merivên xerab tercîhî merivên ehmeq dikim. Çimkî qet nebe carnan nabênê didin xerabyên xwe.
Armand Salacrau
-Dibê edalet bi qewet be û yên bi qewet jî adil bin.
Pascal
-Fazîlet lîmana esaletê ya pêşî ye.
-Heger ne eşqa min be pakiya te pênc pera jî nake.
Aşik Weysel
-Kesên ehmeq ji kesên biaqil kêm tiştan fêr dibin, lê kesên biaqil jî kesên ehmeq gelek tiştan fêr dibin.
Cato
-Kesê bêedaletiyê dike ji kesê bêedaletî lê dibe sefîltir e.
Eflatûn
-Evîn xumareke jê ra fedekarî lazim e. Di vê lîstikê da ji terefan yek mahkûmî xapandinê ye.
-Efûkirina dijminekî ji efûkirina dostekî rehettir e.
-Çawa ku bi qasî jimara seriyan şiklê fikrê hene, her wisa bi qasî jimara dilan babetên evînê jî hene.
Tolstoy
-Hespa herî zûtir meriv dibe kamiliyê êş e.
Eckhart
-Ji dêlî ku tu yê bidî ser riya bêedaletiyê û ewê însan bidin dû te, bi edalet hereket bike û bi tena serê xwe bimîne çêtir e.
Gandî
-Jinek her tiştî efû dike, tenê redkirinê efû nake.
Alfred de Musset
-Ji guhdarîkirinê aqil, ji peyivandinê poşmanî çê dibe.
-Tehlûkeya mezin di nabêna merivên nîvehmeq û nîvbiaqil da ye.
Gothe
-Were di dilê min d abijî, ez kirê mirê naxwazim.
Samuel Lover
-Tarîxê ferd çê dikin.
Carlyle
Her girî kenekek xwe jî heye.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE