18 januari 2020

Aqil lîstika dil e


Ez weşandina aforîzmayên min wergerandibûn kurmancî didomînim.

-Axaftin zimanê aqil e
Seneca

-Aqil ji ruyê erdê rabe jî kesê bi bêaqiliya xwe bawer neke.
Sadî

-Ji însanan raj i bavê pere, mal, milk dinîne, lê aqil namîne.
-Du tişt aqilsivikiyê nîşan didin: Li ciyê gotinê bêdengî û li ciyê bêdengiyê axaftin.
Sadî
-Aqil her tim lîstika dil e.
-Merivên bi aqil tiştên dixwazin fêr dibin, yên kêmaqil jî tiştên kesên din hewce dibînin fêr dibin.
Sadî
-Însan dibê ne ji bêtalihiyê, ji dilneşadiyê, ji kêmaqiliyê bitirse.
-Heger kêfa te jê rat ê xwe ji gelek adetan kef bike, dûr bixe, lê xwe ji adetekê tenê biparêze.
Gothe
-Yê dev ji azadiya xwe berde, mane xwe ew e ku wî dev ji mirovahîya xwe, ji heq û wezîfeyên xwe yên însanî jî berdaye.
J.J. Rousseau
-Kesên armanceka wa ya bigihîjinê tunebe ji xebatê zewqê nagrin.
Emelî Raus
-Axaftin kane îhtîyacek be, lê belê husbûn sineteke.
Gothe
-Kesê aşiqê xwe be raqibê wî tuneye.
Benjamîn Franklin
-Heta tu ne mirovhez bî, tu nikanî adil bî.
-Aqilek baş e, lê du aqil baştir e.
Tjechov
-Biserketina siyasetmedarê, îdareciyê xerab felakata xelkê ye.
-Ji bo ku meriv bigihîje dera herî bilind, dibê meriv ji ciyê herî jêr dest pê bike.
Syrus
Xerabiya herî mezin ya ku însan kanibe bi xwe bike, baweriya wî bi wî nemîne.
Richard Benedict


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE