15 december 2019

Zîrwe û binî

Niccolò Machiavelli


Hin gotinên Machiavelli (Makyawelî) xweş in, kêfa meriv tînin, hêviyekê didin meriv. 

Camêr merivekî zana ye, fîlozofê siyasetê ye û ye herî muhîm jî di fikrê xwe da merivekî dobre, xwe sansor nekiriye, çi rast dîtiye ew gotiye. Mesela gotiye:

-Di tebîetê(siruştê) da her tim du xet hene. Yek zîrve(lûtke) ye, ya din jî binî ye. Yên derketine zîrweyê ji bo ku nikanin bêtir derkevin jor dikevin, yên binî jî ji bo ku nikanin bêtir herin binî derdikevin jor. A ji ber wê ye di tebîetê(siruştê) da çûyineke ji rindiyê berbî xerabiyê, ji xerabiyê berbî rindiyê heye.

Teoriyeke pir xweş e, kêfa min jê ra hat. Ji xwe tiştê ji me kurdan ra jî îro lazim ev e; em di binî da ne, di binî da pelixîn, fetisîn, gerek em derkevin jor, ser. 

Heger em vê teoriya 
Machiavellî tetbîqî Tirkiyê, kurdan û tirkan bikin, dibê Recep Tayyip Erdogan bikeve, çimkî derketiye zîrweyê û dibê kurd jî derkevin zîrweyê, çimkî kurd di binê binî da ne, ketine binê bîrê.

Hindik be jî hin emare û îşaretên vê yekê hene, lê hemû wezîfe ne ya tarîxê û siruştê ye, însan jî dibê rola xwe bilîzin. Yanî dibê siyasetmedar û serokên kurd jî ji bo ku derkevin zîrweyê rola xwe ya tarîxî bilîzin.




Xwezî kitêba wî ya bi nav û deng Hukumdar/Mîr li ba min hebûya, minê bixwenda.



XXX
Di tarîxê da ji pêşiyên me gelek kesan ji xwe ra kûsî û ji xelkê ra(ji ereb, faris û tirkan ra)masî girtin.

Lema jî ereb, faris, tirk bûn xwedî dewlet û em jî li welatê xwe bûn bindest û êsîrên wan.

Îro jî hin kurd bi navê dîn û îslamiyetê dixwazin bindest û koleyên tirkan bimînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE