31 december 2019

Yê li dijî milîyetçîtiya kurdî be ne dostê kurda ye

Kubîlay Gunay

Berdevkê HDPê Kubîlay Gunay di civîna HDPê ya Edenê da gotiye:

”HDP, ewê ne teslîmî mîlîyetçîtiya Kurdistanê ya prîmîtîv(hov, îlkel), ne jî teslîmî sosyal şovenîzma rojava bibe. Ji siyaseta Tirkiyebûnê dibê em viya fêm bikin.”

Di vê roja dawiya salê da min nedixwest qala tiştekî wiha ne xweş bikim, lê piştî ku mêrik neyartiya xwe ya li dijî miletperweriya (nasyonalîzma) kurdî eşkere kiriye, nabe meriv bêdeng bimîne, wek mîlîyetçiyekî kurd heqê min jî heye fikrê xwe bibêjim.


Berê jî berpirsiyarên HDPê gelek caran tiştên wiha gotine.
Yanî ev gotinên Kubîlay Gunay ne tiştekî nuh e û ne jî mexsûsî şexsê wî bi tenê ye. 

HDPê şerê li dijî fikir û îdeolojiya kurdperweriyê ji xwe ra kiriye hedefeke sereke û vê yekê venaşêre jî. HDP e ev e, naxwaze kurd bibin nasyonalîst û doza Kurdistanê û serxwebûnê bikin.

HDP dixwaze fikir û îdeolojiya nasyonalîst di nava kurdan da bikuje, bifetisîne, kurdan entegreyî tirkîtiyê bike. 

Ez dibêjim ji bo ku em azad bibin dibê nasyonalîzm (mîlîyetçîtî) li Kurdistanê di nav kurdan zêde û xurt bibe, Kubîlay Gunay şerê wê dike, dixwaze rê li ber kurdperweriyê bigre, kurdperweriyê biçûk, pîs hakîr dibîne; dibêje HDP ewê nehêle kurd bibin nasyonalîst, ewê ji bo vê bixebite.

Du rê li ber kurdên di nava HDPê da ne heye, yek jê, dibê HDPê ji destê van kesên li dijî kurdperweriyê ne derxînin. Bi baweriya min ev ne mimkûn e û ya din jî dibê dev ji HDPê berdin. 

Partiya li dij nasyonalîzma kurdî be, nasyonalîzma kurdî pîs, hakîr û hov bibîne, îşê kurdan di nav wê partiyê da tuneye, dibê kurd piştgiriyê nedin partiyeke wiha.

Kurdên kurdperwer, nasyonalîst dibê nebin heval û piştgirê partiyeke wiha, dibê qebûl nekin Kubîlay Gunay û yên wek wî bibin nûner û berdevkên wan.

Heger emê lidijî nasyonalîzma kurdî bin, jê ra bibêjin ”prîmîntîv, hov”, wê demê xebat û micadela me ya ji bo kurd û Kurdistanê ji bo çi ye? Wê demê em çi dixwazin?

Hewqas xebat, fedekarî, malwêranî bi hezaran şehîd û derbederî ji bo çi ye?

Not:
Axaftina Kubîlay Gunay bi di tirkî ye û di malpera ”Demokrat Haber” ê da heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE