03 december 2019

Yaûdiyên swêdî ji ber misilmanan direvin


Fermo bixwînin û bibînin misilmanan, îslamîstan li Swêd jiyan çawa li cihûyan(yahûdiyan)kirine dojeh.

Cihû(yahûdî) ji ber misilmanan ji Swêd direvin. Cihû êdî
jiyana xwe û zarokên xwe li Swêd di ewlekariyê da nabînin. Ji tirsa misilmanan, cihû newêrin semboleke netewî bi xwe ve kin, newêrin nîşan bidin ew cihû ne.

Berê jî min çend caran nivîsî, sibe ewê dor were kurdan. Yanî ewê êrîşî kurdan bikin. Û ji xwe dikin jî.


Muslimanan li welatên xwe çi anîn serê cihuyan, êrmeniyan û kurdan, li Swêd jî eynî tiştî dikin, eynî neyartiyê dikin.

Swêdî jî merivên pir reben, pepûk in, nikanin welatê xwe biparêzin, dewlet nikane çeteyên çê bûne û bi îslamiyan ra derkeve serî. Çimkî pir bûne, dewletê gav bi gav digrin destê xwe.

Cihû welatê wan heye, koçî welatê xwe dikin.

Lê emê ku da herin?

Çimkî ereb, tirk, somalî, misilman bi qasî li dijî cihûyan in, hewqas jî li dijî me ne.

Li welatên xwe çi anîn serê me, gava hukim têkeve destê wan, li vir jî ewê eynî tiştî bînin serê me.

Yanî li Swêd ne yahûdî tenê, bi zêdebûna ereban, tirkan, somaliyan û misilmanan ra em jî di devê tivingê da ne.

Welatekî me jî tuneye em jê alîkariyê bixwazin ya jî koçî wir bikin.

Li her dera misilman lê zêde û xurt bibin jiyanê li kesên ne ji xwe, ne wek xwe dijkin zindan.

Tiştê tirk û ereb li welatên xwe tînin serê cihuyan û kurdan, nuha li Swêd didomînin.

Swêd hema hema ketiye bin destê misilmanan, îslamîst, ereb roj bi roj hakimîyeta xwe li Swêd xurt dikin.

Êdî cihû newêrin herin sînanogên xwe, zarokên wan newêrin bibêjin ew cihû ne. Sînanog û mektebên cihûyan wek qereqolan tên parastin.
Misilmanan(ereb, tirk, faris) welatê me bi zor, Swêd jî bi koçê dagir kirin...

Ali Kut Xamo, yastar, serê vê sibê ev nûçeya te em qutifandin! Ez dibêm, hingî ku tu bi vî Erdoganî serê xwe diêşîne, êdî tu jî tiştna têkilhev dike, nema baş analîz dike! Malava ev welatê Cihûyan e, ango ewên rastîn ku xwedîyê vir in ew bi xwe ne! Hemû fînans û şirîkên herî mezin ên wan in. Meaşên polis û eskerên vir ew didin, ne ez û tu! Çend reben û çeqelên ereb an kurd (fena Mele Krekarê me) ku bi van deran de terqîya ne, ji bo ewropîyan ne tu talûke ne. Dîsan jî ew belkî bibin bela serê me, da em dengê xwe zêde li ewropîyan nekin. Problemeke wan heye, tunduyê bi kar naynin, dixwazin merivan bi xweşî îslah bikin. Lê ez bawerim di dawîn de ê çend polisan ji Erdogan deyn bikin.

Zinarê Xamo Alî Kut, tu qala propagandeya îslamiyan dikî. Yên direvin ne ereb û misilman in, cihû ne. Di nav avan çend salên dawî da bi hezaran cihû ji Fransayê û Swêd reviyan e Îsraîl. Vê hevpeyvîna bi Radyoya Swêd ra bixwîne, tu yê bibînî bê cihûyên swêdî di çi halî da ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE