07 december 2019

Xwezî ew ruh bi kurdan ra hebûya

Matteo Salvînî


Wezîrê karên hundur yê berê yê Îtalayê Matteo Salvînî, gotiye ji bo ku findiqê tirk bi kar tîne êdî ew ji şîraniya Nutella hez nake û banga BOYKOTê li gelê îtalî kiriye.

Mala wî ava be, camêrî kiriye.

Xwezî kurdan jî kanîbûna wek Matteo Salvînî malên tirk boykot bikirana.

Lê ew ruh bi krdan ra tuneye.


Bira boykot li wir bimîne hîn jî gelek kurd ji Ewrûpayê lêdixin, diçin tahtîla xwe li Tirkiyê derbas dikin.

Bi kîjan aqilî, bi kîjan ûjdanî viya dikin ez fêm nakim !

Belaş be jî ez naçim tahtîla xwe li Tirkiyê derbas nakim.

Me ji zû da ye dest bi bokotê kiriye. Min ji xanimê ra gotiye malê tirk nekire.

Ji ber boykotê ji zû da ye îsotê tûj jî neketiye mala me. Wek yekî ruhayî min pir bîriya îsotê tûj kiriye.

Li markêta me hemû îsot, yên topên Hollandî ne tê da, giû malên Tirkiyê ne. Em jî îsotên wan nakirin.


Sîdar: Mamoste berê ji dikanê min kêm tişt malên Tirkî jî carna dianî. Niha li ber çavê min bûne jehr. Ji hemû dinyayê dibe lê malê TR boykot.

Zinarê Xamo: Ji bo ku ez malê tirkan nekirim min dev ji xwarina hinaran û hejîran berda ye. De êdî hesab li ba te ye ! Her tiştê wan BOYKOT !



XXX
Helbet zanîn baş e, lê belê serpêhatî, tecrûbe, ketin û rabûn jî ji zanînê ne kêmtir e, heta jê baştir e.
Ji bo wê jî kesên xwedî tecrûbe tim bi qîmet in.
Wek di her tiştî da, di siyasetê da jî serborî, tecrûbe gelkî muhîm e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE