26 december 2019

Xwedê kir pilana min xera bû


Weleh pilana min xera bû, berî ez ji mal bi rêkevim hevalê me yê hev bidîta telefonî min kir, mazareteke xwe ji min ra got, got heger mimkûn e em hevdîtina xwe bihêlin sibe. 

Min daxwaza wî qebûl kir û got tişt nabe, bira sibe be.

Lê ezê dîsa jî ji mal derkevim, ez û xanim emê bi hev ra herin li bajêr bigerin.


Xanim dibêje îro roja erzaniyê ye, dixwaze here li çend dikanan li malê erzan bigere.

Ev yek ji bo min jî fersend e, ezê jî çavê xwe li hin tiştan bigerînim, belkî ez jî ji xwe ra çend tişt miştên erzanbûyî bibînim.

Esas erzanî jî êdî bûye derew, gelek dikan erzaniyên bi derewan dikin, yê hin dikanan salê donzde meh reqlamên erzanî hene…

Emê herin, çavên xwe bigerînin, em û şansê xwe, belkî tiştek bi şewka(nîka, olta) me keve…

XXX
Em çûn geriyan lê em li zirarê derketin. Min û xanimê barek kinc kirî. Erê tiştên lazim bûn û li gorî dilê me bûn lê me xwe rût kir.

Lê pere jî ji bo xerckirinê ye, heye me xerc kir, me tiştên li gorî dilê xwe kirî. 

Ez hinekî ji bejna xwe hez dikim, ji tiştekî hez bikim, timayiyê nakim, dikirim. 

Îro jî min wer kir. Dilê min çû çi min kirî. Min sê pantor, du qazax û îşligek kirî.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE