20 december 2019

Tecrûbe û fîlmê koboyê emerîkî



Tecrûbe gelkî muhîm e, dayika ilm û zanînê ye. Meriv di netîceya tecrûbeyê da kêmasî û şaşiyên xwe dibîne û keşfên nuh dike. 

Tecrûbe mamosteyê aqil e, bi saya tecrûbeyê aqil biaqiltir dike û tiştên nuh fêr dibe.

Bi xêra tecrûbeyê meriv fêr dibe çi bike, çi neke, çi bi kêrî meriv tê û bi feydeye û çi ji bo meriv bi zirar e, dibê meriv neke.

Lê hin kes ji tecrûbeyê dersê digrin û hin kes jî nagrin, şaşiyên xwe dubare dikin.


Ez dibêjim em kurd ji serpêhatî û tecrûbeyên xwe dersê nagrin, ya jî dersa em digrin pir hindik e.

Gurgîn fîlmekî koboy pênc caran dîtibû. Cara şeşa hevalê xwe Şêro jî bi xwe ra bir.

Di sahneyeke fîlm da koboy hespa xwe berbî dîwêr ve dajo. 

Şêro hatiye heyecanê û bi dengekî bilind gotiye:

-Lawlaw, lawlaw, hêdî, tu yê li dîwêr biqelibe.

Gurgîn gotiye:

-Ne tirse, lê naqelibe…

Lê koboy çûye bi eniyê ve li dîwêr qelibîye û ew û hesp ser serî gundorî erdê bûne.

Şêro dageriyaye ser Gurgîn û gotiye:

-Ka te got lê naqelibe? Wa ye lê qelibî…

Gurgîn gotiye:

-Min ev fîlma berê tam pênc caran dît, di her pêncan da jî kêmaqil li dîwêr qelibî. Min got miheqeq êdî ders girtiye û cara şeşa ewê neçe lê ne qelibe. Lê ez çi bikim, mêrik ders negirtiye…

Bi Xwedê ev koboy jî pir dişibe serok û siyasetmedarên me, ji serpêhatiyên xwe ders û tecrûbê nagire…

Bernard Shaw gotiye, ”em bi tecrûbeyên xwe zanin ku kes ji tecrûbeyan dersê nagire.”

Gotineke çiqasî rast e, numûneya herî berbiçav jî em kurd in, siyasetmedar û serokên me ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE