05 december 2019

Sebebê vî halê Tirkiyê !



Li ser dunyayê û kesên li hemberî zulmê, neheqiyê bêdeng dimînin gotinek xweş heye, dibêjin  ”Dunya ne ji ruyê kesên xerabiyê dikin, ji ruyê kesên lê temaşe dikin û tiştekî nakin ciyekî talûke ye.”

Yanî bi qasî dîktatoran, zulimkaran, kesên li hemberî wan bêdeng dimînin, li zulma wan temaşe dikin jî sûcdar in.


Heger miletê tirk li hemberî zulm û terora Erdogan bêdeng nema, piştgirî nedayê, heger dunyayê xwe bêdeng nekira, Erdogan nikanîbû hewqas zulm û xerabî bike.

Do li Londonê civîna NATO çê bû. Erdogan jî tevî civînê bû. Ji Trump û Merkelê bigire, heta bi Borîs Johnson, lîderên NATOyê hemûyan Erdogan himêz kirin, pê ra risim girtin û kêf û henek kirin.
 
Yek kesî jî zulma li Tirkiyê li kurdan dibe rexne nekir, yek kesî jî qala Selehedîn Demirtaş û 10 hezar girtiyên kurd yên rehîn hatine girtin nekir û ji Erdogan ra negot ”em vê zulm û terora hûn li hemberî kurdan û muxalifên xwe dimeşînin qebûl nakin, dibê hûn hemû siyasetmedarên kurd berdin. 

Kesî ji Erdogan ra negot, we hefs tije siyasetmedar, rojnavan û kesên wek we nafikirin kirine, ji bo twîttekê, ji bo parvekirin û ecibandina nivîsekê hûn însan digrin û davêjin zindanê, wek NATO em tiştekî wiha qebûl nakin.

Kesî tiştekî wiha ji Erdogan ra negot; bira gotina rexneyeke wiha li wir bimîne, tew qala vê meselê nebû. Yanî fena ku li Tirkiyê demokrasî hebe û her tişt di rê da be.

Ê gava rewş ev be, gava Erdogan çi bike dunya bêdeng be, kes ji Erdogan ra tiştekî nebêje, bêguman mêrik ewê zulm û terora xwe bidomîne û bi dehhezaran kurdî di zindanan da rehîn û êsîr bigire. 

Yanî di vir da bi qasî Erdogan, dunya jî sûcdar e, dunyayê zor bida Erdogan, ew rexne bikira, NATOyê ew negirtana civînê, wê demê wî yê jî her tişt nekira.

Lema jî Tirkiye û Kurdistan ne ji ruyê Erdogan, ji ruyê kesên lê temaşe dikin û tiştekî nakin bûye ciyekî tahlûke, hewqas zulm lê heye .


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE