10 december 2019

Qerekterê dîktatoran



Adetek dîktatoran ya hevpar heye, xerabiyên, nelirêtiyên, diziyên îktîdara xwe, zulm û zora rejîma xwe tim dixin hustuyê hinekên din. 

Dîktator tim merivekî pur û pak e, tim paqij e, adil e, diziyê, zulmê nake, xwedî şefqet û merhamet e. 

Lê yên dora wî, hevalên wî xerab in, diz in, xerabiyê û zulmê li xelkê dikin. Û dîktator jî tim xêrxwaz û abûqatê xelkê ye, tim li dijî neheqiyê û zulmê ye.


Dîktator hemû wiha dikin, ev, taktîka dîktatoran ya mişterek e, ew bi xwe baş e, yên dora wî xerab in, diz in, zalim in, zulmê û xerabiyê dikin.

Erdogan jî eynî tiştî dike, ew jî nuha Ahmet Davutoglu, Abulah Gul, Mehmet Şîmşek û hin kesên din bi firildaqan, bi hîlebaziyê, bi sextekariyê îtham dike. 

Lê kê çi kiribe bi destûra wî kiriye, Davutoglu û yên din tu sextekarî bi dizî nekirine, hemû bi destûr û qebûla Erdogan bû. 

Her kesî li gorî meqam û hêza xwe para xwe girt. 

Lê ji pastayê para herî mezin bêguman Erdogan girt û ji xwe dewlemendiya malbata wî îspata vê yekê ye.

Lê îro ji bo ku Davutoglu û yên din bûne raqibên wî, êrîşî wan dike, dizî û sextekariyên wan eşkere dike. 

Feqet her kes zane loqê herî mezin para şêr e, wî xwariye. Di rojên pêş da ewê hîn gelek dizî û sextekariyên din jî li hev mukur werin. Ev destpêk e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE