21 december 2019

Pirsek ji weşanxaneyên kurdî hemûyan !


Ez fikirîm, ji dêlî ku ji weşanxaneyan yek bi yek bipirsim, bi vê nivîsê, bi derbekê da ji hemûyan bipirsim.

Salê tê, yanî di sala 2020î da ez dibim 70 salî; 40 salên vê jiyana min li dîasporayê derbas bû.

Di van 40 salên jiyana xwe ya dîasporayê da min di gelek kovar, rojname, malperên cuda da gelek nivîs nivîsîn.

Bêyî van nivîsan, 6252 nivîsên min jî di bloga min hindik-rindik da hene; min îro lê nêrî.


Ji nivîsên li ba min, yên di blogê da tunene û ji yên blogê dixwazim kitêbekê ya jî du cildan biweşînim.

Gelo tu weşanxaneyeke bixwaze ji nivîsên min kitêbekê ya jî du sê cildan biweşîne heye?
Kîjan weşanxane bixwaze bira bi min ra têkiliyê deyne , em bipeyivin.

Nivîsên rojane, yên li ser siyaseta rojane û çîrok ne tê da, lê ji yên din.

Wek nivîsên rexnegirî, yên li ser zimên, edebiyatê, bîranîn, pêkenîn, şiîr, hevpeyvîn, ger û seyaran, blogerî. 

Weşanxane kane nivîsan bi xwe hilbijêre, ya jî ezê hilbijêrim û pêşkêşî weşanxanê bikim. 

Bi kurtî heger weşanxaneyek bixwaze hin nivîsên min wek kitêb biweşîne em kanin li ser naverokê û şertên weşanê bi hev ra bipeyivin.

Bi hêviya weşanxaneyk xwe bide ber û ez jî berî mirina xwe beşekî xebata xwe ya 40 salî biweşînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE