13 december 2019

Nuxte her tim ne dawî ye...


Li gorî şîreta Machiavellî, ”dema însanan li hemberî we sûc kirin, xerabî bi we kirin, bersîva hûnê bidin wan dibê dat bi qwat ji ya wan bi we kiriye girantir be.”

Bi baweriya min jî ev fikir rast e. 

Heger me kanîbûya zulma farisan, ereban û tirkan bêbersîv nehîşta, tiştên ji wan aniye serê me xerabtir bianiya serê wan, ewê hewqasî pê li serê me nekirana.


Ji bo ku zanin ew çi bînin serê me, ewê ji wan ra bimîne, lema welatê me dagir dikin, me bi çolan dixin, malên me li xelkê belav dikin, li tu dera dinyayê rehetiyê nadin me.

Ji bo ku em tim ne di bin nigên farisan, ereban û tirkan da bin dibê em jî kanibin pê li serê wan kin, bibin xwediyê wê hêzê.

Bi kurtî heger me kanîbûya destê li hemberî me radibe û serê me dipelixîne bişkanda nuha em ne di vî halê pur û perîşan da bûna.

XXX
-Heger hûn baweriyê bi nemimkûniya tiştekî bînin, bibêjin ev tişt ne mimkûn e, aqilê we jî ewê li gorî wê, ji bo çi ev ne mimkûn e bixebite.
Lê belê gava hûn bawer bin hûn kanin bikin, gava bi rastî jî hûn jê bawer bin, a wê demê aqilê we jî ji bo ku wê çêke ewê li çareseriyan bigere, ji bo wê ewê bi we ra bibe alîkar.
///David J. Schwartz

XXX
Hin caran derdên bêdawî dibin baran bi ser te da dibarin. Lê belê ji bîr neke, keskesora rengîn piştî baranê derdikeve ortê.
///Mewlane.

XXX
-Ev jiyan e, tu carê hew dinêrî her tişt ji nişka ve dawî lê tê. Ev jiyan e, kêliya tu dibêjî dawî ye, her tişt ji nuh ve dest pê dike.
///Şemsî Tebrîzî

XXX
-Nuxte her tim ne dawî ye, carnan jî tê maneya dibê herfa li dû wê mezin be.
///Adam Fawer

-Hin însan wek şemsiya gava baran dibare belovacî dibe ne, di wexta te ya herî zor û zahmet da te bêçare dihêlin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE