06 december 2019

Navê wê Emîne Aslan Aydogan bû !

Emîne Aslan Aydogan


Li bajarekî welatekî jineke 65 salî mir.

Navê wê Emîne Aslan Aydogan bû.

Emîne ne li mala xwe, di zindanê da mir.

Ji ber ku kurd bû û doza kurd û Kurdistanê dikir di zindanê da bû.

Emîne bê îmam, bê nimêj, bê dua gorr kirin.

Nehîştin îmam Emînê gor bike.

Nehîştin konê şînê were vegirtin

Navê wê Emîne bû, ji Qoserê bû. 

Misilman bû, dîndar bû, lê KURD bû !


Haya kesî ji mirina wê nebû.

Kes nizane Emînê çi kişand !

Di 65 saliya xwe da 3 emelîyet derbas kirin. 

Lê belê piştî her emelîyatê destên wê kelmçe dikirin, ew li ranzayê girê didan.

Çimkî KURD bû !

Hesen Aydogan û pîreka xwe Emîne

Lema jî her bêûjdanî lê rewa didîtin, her zulm lê dikirin.

Mirina Emîne xanimê jî wek jiyana wê pir bi zor bû. 

Berê erebeya cenaze nedanê, ji bo ku cenazeyê wê rakin. 

Dû ra tabût nedanê. 

Dû ra nehîştin konê şinê were danîn. 

Ji bo nimêja cenaze zarokên wê ban meleyekî kirin, lê belê pûlis nehîşt îmam here Emîneyî gorr bike.
 
Lema jî bêyê ku nimêja cenaze were kirin Emîne gorr kirin.

Pûlisan destûr nedan kepçe gorra Emîneyê bikole. 

Ji bo wê jî ferdên malbatê gorra wê bi destên xwe, bi tevr û bêran kolan.

Pûlisan dora goristanê girtibûn, nedihîştin kesên ne ji malbatê beşdarî merasima gorrkirina Emînê bibin.  

Emîne bi nexweşiyeke giran ketibû. Şekirê wê hebû, porê wê diweşiya. Tansiyona wê hebû. Tumor pê ra çê bûbû. Gurçikên wê diêşiya. 

Lê zalimên tirk, îktîdara musilmanan dîsa ew bernedan, ew di zindanê da kuştin, termê wê dan zarokên wê û nehîştin mele fatîheyekê  jî li ser gorra wê biwîne.

Çimkî Emîne Aslan Aydogan KURD bû !

Serê xwe li ber xaltîka Emînê ditewînim û naletê li zalimên tirk dibarînim. 

Ezê vê zulma tirkan li Emîna kurd kirine tu carî ji bîr nekim û ji bo heyfa wê ji vê dewleta irqçî û faşîst bigrim çi destê min were ewê qet texsîr nekim….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE