12 december 2019

Meriv bigere rastî tiştê nuh tê




Ez û xanim her roj li dor du saetan li der û dora mala me digerin. Hevalên min ên feycê û twîttê viya zanin. Çimkî ez carnan qala gerr û serpêhatiyên xwe û xanimê dikim.

Em rojê berê xwe didin aliyekî, riya xwe bi hin alî û derên nuh dixin.

Îcar dema meriv digere, meriv rastî tiştên nuh jî tê, tiştên nuh jî dibîne.


Do em çûn sentrûma(hala, navenda) Hallûndayê. Ji zû da bû em wê da neçûbûn. Me bala xwe dayê sentrûm guherandine, Saluhalleke(çarşiyek sergirtî) ya nuh vekirine.

Me meraq kir, em çûn ketin hundur. Em bi ser dikaneke biçûk ve bûn, lê mişt tiştên xweş û xerîb bûn...

Ez tirsiyam dikana tirkan ya jî ya ereban be.

Min bala xwe dayê nivîsên li ser tiştan bi yûnanî ye.Lê ji bo ku bizanibib dikana kê ye, min hêdîka ji xanimeke li wir dixebitî, pirsî, min got ma tiştên di vê dikanê da hemû malên yûnanî ne? Got erê, hemû tiştên me male girêk in.



Dilê min ket cî û êdî min û xanimê bi rehetî bala xwe da tiştan. Me hin zeytûn û du babet helawa bi fêkî kirî.

Min heta nuha helaweke hewqasî xweş û bi tahm nexwariye.

Zeytûn jî hewetinê. Zeytûnên wan jî gelkî bi tahm û lezet e.

Li gorî markêta li sentrûma me, tiştê dikana yûnan gelkî bauhatir bû, lê tişt nabe, ya muhîm em mecbûrî kirîna malên tirk û ereban nebin. Ji xwe ji zû da ye em malên tirk nakirin.

Ji nuha û pê da emê tişt miştên xwe ji wir bikirin. Problem hinekî dûrî me ye, nîv saetekê, çel deqeyî bimeşin .

Esas sicîla yûnanan jî ne paqij e, li gorî min ew jî bi sabiqe ne. Bi teslîmkirina Evdila Ocalan, 

hukûmeta Yûnanîstanê ya wê demê îxaneteke mezin bi kurdan ra kir. Kesekî xwe avêtibû dexlê wan, bi xiyanetî teslîmî Tirkiyê kirin.

Dewleteke ji xwe fedî bike li merivekî xwe avêtiye bextê wê bêbextiyeke wiha nake; bi xiyanetî teslîmî dijminê wî nake.

Lê Yûnanîstanê  kir û ev yek ewê lekeye reş di tarîxa yûnanan da bimîne. Ez viya tu carî ji bîr nakim.

Ne ku ez ji Evdila Ocalan hez dikim, na, ez qet ji Oclan hez nakim û vê dîtina xwe jî venaşêrim, het anuha min gelek caran Ocalan û fikrên wî rexne kiriye.

Tiştê Yûnanan kir bêexalqî û îxanet bû. Kanîbûn wek Sûriyê  jê ra bigotana em nikanin te biparêzin, here, lê teslîmkirina Tirkiyê bi wî rengî qeleşiyeke mezin bû. Dewleta ji xwe fedî bike wiha nake, Îtalyayê, Rûsyayê ew bêbextî nekirin, lê Yûnanîstanê kir. Ez wiha difikirm.

Lê li gel vê jî ez dikaneke yûnan tercîhî ya tirkan dikim. Lema jî emê carnan riya xwe bi wir xin û tiştên xwe buha be jî ji ser wan bikirin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE