06 december 2019

Li ser tarîxa kurdan kovareke hêja



Birayê min Fûad mala wî ava be, çendakî berê ji min ra sê(3)jimarên(35, 36, 37) kovara ”Kurt Tarîhî” şandin. 

Min bala xwe da hersiyan û ji her yekê hin nivîs xwendin.

Berê jî yek, du jimarên kovara ”Kurt Tarîhî” ketibû destê min.

Ez bawer dikim jimarên destpêkê bûn.


Lê qelîte û naveroka wan jimaran nayê bîra min. Bes ev hersê jimarên(35, 36, 37) ji min ra hatine pir bi qelîte ne; him bi navroka xwe û him jî bi mîzanpaj û qelîteya kaxetê kovareke pir bi qelîte ye û hêjayî xwendinê ye. 


Di jimarên berê da nivîsên kurmancî hebûn ya na nayê bîra min, lê di van hersê jimaran da jî hin meqaleyên kurmancî jî hene. 

Di jimara 35a da 4, di jimara 36a da 1 û di jimara 37a da jî 3 meqaleyên bi kurmancî hene.

Kovar ji sê mehan carê derdikeve.

Hêvî dikim di jimarên pêş da beşê kurdî zêde bibe. 


Him zimanê tirkî û him jî yê kurmancî gelkî baş e û tekûz e. 

Ez naxwazim pesnê tiştên bi tirkî bidim, lê ji bo kesên bi tirkî dixwînin û kêfa wan ji tarîxa kurdan ra tê kovareke hêjayî xwendinê ye. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE