25 december 2019

Li ser îcadeke "Ekola Artukluyê" !


Di kurmancî da heta nuha li hemberî navdêra tercime, çevîrî ”werger” û li hemberî terciman, çevîrmen jî ”wergêr” dihat bikaranîn. Tercime û terciman jî tê bikaranîn.

Di axaftin û jiyana rojane da, di nava milet da însan hîn jî bi piranî gotina ”terciman û tercimanîyê” bi kar tînin. Yanî "wergerê" hîn tam ciyirtiyê tercimê/tercumê û terciman negirtiye.

Lê dibêjin ”Ekola Artukluyê” ”werger” rakiriye û ji dêlî wê ve ”vegêran” çêkiriye. 


Yekî bi navê Zulkuf Ergun di feysa xwe da gotiye, ”taybetiyên vegêrana edebîyata kurdî ya Sovyetê.”

Kê bîra xwe û ”vegêranê” biriye !

Em bibêjin me dev ji wergerê berda û "vegêran" qebûl kir, baş e wergêr, terciman ewê çawa were gotin?

Tiştê wiha meriv li hemberî xebatên li ser zimên xeyalşikestî dike. Ez bi xwe piçekî xeyalşikestî dibim.

Haya min ji çêbûna ”Ekola Artukluyê” tunebû, min îro navê ”Ekola Arukluyê” bihîst.
 
Madem ”ekol” çê bûye, helbet ewê hin îcadên wê jî hebin. 

Ekol mektebeke, tevgereke, hereketeke, bêguman dibê felsefeyekê, şopekê li dû xe bihêle. 

Ekola Arukluyê jî wa ye bi gotina ”vegêranê” ekolbûna xwe îspat kiriye.

Ez gelkî qedir didim xebatên li ser zimên. 

Lê belê ”vegêran” qet neket serê min. 

Bi navê xebata li ser zimên nabe meriv zimên deform bike, bilewitîne. Tiştên wiha dilê xwendevanan ji kurdî sar dike. 

Dibe ku hinek  kes ”vegêranê” rast bibînin, biparêzin. Ji xwe rast nedîtana wê çênekirina û bi kar neaniyana. 

Lê belê ev îcada nuh qet nakeve serê min, ezê dîsa ”tercime” û ”wergerê” bi kar bînim.

Ziman ne lîstok e meriv ji xwe ra pê bilîze û li gorî kêfa dilê xwe hin gotinan biguhere. 

Hekîmê nîvçe meriv ji can, xocê nîvçe meriv ji îmanê dike. 


Ahmed Kanî: Ez bawer dikim bêjeya “vegêran” çewt hatiye famkirin. Ji kerema xwe li ser Googleê “taybetiyên vegêrana edebiyata kurdî ya sovyetê” binivîsin, dê gotara Zulkuf Ergun derkeve.
Maneya vegotinê anlatıya tirkî ye.

Zinarê Xamo: Dibê em tirkan texlît nekin. Ji sedî 90ê tirkan, belkî jî hîn zêdetir nizanin "anlatı" çi ye. Çimkî peyveke nuh çêkirine. Meriv bibêje çîrok, uslûb baştir e, qenekê însan fêm dike. Lê kes nizane "vegêran" çi ye. Dibê meriv xwe ji gotinên naylon dûr bigre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE