11 december 2019

Kurdê ne neyarê qewmê xwe be dibê ji AKPê veqete


Erdogan gotiye ”ewê 1 milyon erebên sûrî bibin li Girê Sipî û li Serêkaniyê bi cî bikin.”

Ev, guhertina demografiya rojavayê Kurdistanê ye û ji xwe armanca dagirkerina Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê jî ev e. Ji bo ku rê li ber çêbûna Kurdstanê bigirin dixwazin demografiya wê biguherînin. Ev yek tahlûkeyeke pir mezin e, dibê em rê li ber vê pilana tirkan bigrin.

Yanî hedefa tirkan pir vekirî û zelal e.

Tirkan ji zû da ye dest bi cîkirina vê pilana xwe kirine û bi hezaran malbatên ereb, tirk, uygur û yên din li wê herêmê bi cî kirine.


Dibê PYD û partiyên din li vê pilana Tirkiyê temaşe nekin, çalakiyên mezin bikin, ji Rûsyayê, Amerîkayê, Fransayê û Neteweyên Yekgirtî midaxlê bixwazin.

Li alî din kurdên bi AKPê ra ne heger ne xayin û piştgirê vê zulma Erdogan in, heger naxwazin bi milyonan kurd di çandiran da jiyana xwe bidomînin, dibê bêdeng nemînin û li hemberî Erdogan dengê xwe derxin, ji AKPê veqetin. 

Kurd ji AKPê veqetin îhtîmala Erdogan gavê paş da bavêje heye. Lê netîce çi be jî dibê kurdên bi AKPê ra bêdeng nemînin.  

Kurdê dengê xwe dernexe, kurdê hîn jî bi AKPê ra bimîne, ew alîkarê êsîriya kurda ye, bûye xayinekî qewmê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE