24 december 2019

Jiyan wek çîrokekê ye


Jiyan wek çîrokekê ye, çi qasî dirêj e, ya jî çi qasî kin e pir ne muhîm e, ya muhîm çi qasî xweş e.

Ji bêşansiya me kurdan ra jiyana me heta nuha xweş derbas nebûye, dibê em vê jiyanê biguherînin, xweştir bikin.

Her sibe gava ez kompîtora xwe vedikim û dest bi nivîsandinê dikim, ez li viya difikirim; ji bo ku jiyana min û ya me kurdan xweş bibe dibê ez çi bikim?


Em bixebitin emê jiyana xwe baştir bikin, îşaretên wê heye, dinya jî êdî heq dide me, dibêje gerek kurd jî azad bibin…

Em nêzî avakirina jiyaneke xweştir bûne, dibê em hinekî din xwe bidinê, hinekî din bixebitin, ne westin, îstîkrarê nîşan bidin.

Sîleha me ya herî mezin xebat, ezm û toleransa me ye, em çiqasî xwedî tolerans bin, li dinyayê dostên me ewê zêde bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE