28 december 2019

Hezkirin û xebat

Heyvanê nasyonmalîzê(miletperweriyê)hezkirin e, meriv ji welatê xwe, ji miletê xwe, ji ziman û muzîk û kultur û sembolên xwe hez dike û dixwaze bi wan ra bijî, dixwaze wan bide jiyandin, dixebite wan pêş da bibe.

Gava ev hezkirin bi me ra hebe, emê ji bo azadî û serxwebûna welat û miletê xwe bixebitin, xizmetê bikin.
Hezkirin bi xwe ra xebatê tîne, hezkirina bê xebat hezkirineke ne ji dil e.



Lê gava nasyonalîzim, hezkirina ji welêt û milet kêm be, zeîf be, xebat jî kêm û zeîf dibe.


Dibê em vê hezkirinê di nava gelê xwe da xurt bikin, dibê kurd ji welatê xwe, ji zimanê xwe, ji muzîka xwe hez bike û bixwaze azad û serbixwe bijî, dibê ev fikir û daxwaz di hinavê wî da xurt bibe.


Yê ji bo azadîya welat û miletê xwe xebetî kî dibe bira bibe qedir û qîmetê bidinê, jê hez bikin; ji tembelan, ji tiralan, ji bêkêran hez nekin, Xwedê jî ji merivê tembel hez nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE