02 december 2019

Her sibe destpêkeke...





Gotinên xweş bi bandor(bi tesîr) in. 

Hin caran gotineke xweş dilê meriv germ dike, di bedena meriv da dibe sebebê liv û tevgerekê; kêf û îlhamekê dide meriv, meriv şiyar dike, wek wasiteya tu bixebitînî derbasî hereketê dike. 

Gotineke xweş ji nişka ve fikrekê bi meriv ra peyda dike, dibe sebebê çêbûna hêviyekê, dilşadiyekê, tiştê nayê bîra meriv, bi bîra meriv dixe.

Jiyana me kurdan ji ber rewşa welatê me, di van demên dawî da pir serobonî û gelkî ne xweş bûye.


Em li ser hev gelek tiştên ne xweş, gelek xeberên dilê me û bîna me teng dikin dibihîzin.

Hin rojan ji ber bihîstina van xeberên ne xweş, ji ber êrîşên dijmin em pir xemgîn û bêhêvî dibin û hin rojan jî bi bihîstina xebereke xweş em bextewar û dilşad dibin. 

Ji bo wê jî min got vê sibehê ji dêlî nivîseke li ser siyasetê, ez çend gotinên li ser sibehê yên xweş, yên hê vîdar belav bikim. Min got bira îro jî roja min û we wiha dest pê bike.

-Her sibe xweş e. Çimkî her sibe destpêkeke.

-Her şev mahkûmî hilatina rojê ye û her gelş jî li hemberî hêviyê mahkûmî têkçûnê ye.
Bernard Williams

-Her sibe gava tu ji xew rabû ji xwe ra bibêje, îro ewê tiştekî baş biqewime.

-Her tim li dû xwe nenêre, tu yê bi wî alî va neçî.

-Jiyan eynî wek neynikekê ye, tu pê ra bikenî ewê jî bi te ra bikene.

-Her sibe em ji nuh ve zindî dibin, ya herî muhîm emê îro çi bikin.

-Dev ji fikirandina tiştê xerab çûye berde, ewê çi baş bibe, li wê bifikire.

-Ji do dersê bigre, îro bijî, ji bo sibê bi hêvî be.
Albert Einstein

-Gaveke herî biçûk belkî jî destpêka rêwîtiyeke muhteşem e.

XXX
Çend aforîzmeyên li ser şevê û tarîtiyê
-Bîsitika/kêliya şevê ya herî tarî berî berbangê ye.
-Şev çiqasî tarî be, sitêrk hewqasî birqok in.
-Ez ji şevê hez dikim. Ne şev bûya minê tu carî nikanîbûya sitêrk bidîtana....


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE